PAJK: Di sala 25’emîn a komployê de em têkoşînê geştir bikin

Koordînasyona PAJK’ê: Parastina Rêber Apo parastina azadiya jinê û mirovahiyê ye. Divê di serî de jin, ciwan û gelê me di sala 25’emîn ya komployê de bi zanebûna vêya, tekoşîna xwe bilindtir bikin.

Koordînasyona PAJK’ê derbarê salvegera 25’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Komploya 15’ê Sibata 1999’an ya li dijî Rêbertiya me dikeve sala 25’emîn. 15’ê Sibatê roja reş e, roja qirkirina Kurdan e. Komploya li dijî azadiya jinê ye. Em vê komploya ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî jinan, gelê me û tevahî mirovahiyê pêk hat şermezar dikin hêrs û kîna xwe ya li dijî vê roja reş tînin ziman. Di şexsê hevrê Halît Oral û Aynûr Artan de tevahî şehîdên ku bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêbertiyê bûn xeleka ji agir bi bîr tînin. Rêber Apo di 24 salên komployê de ji bo me bûye fêrker û rêberê meşandina tekoşîna li dijî komplogeran. Em ê li ser vê hîmê û ezmûna dîrokî ya Rêbertiya me tekoşîna xwe di sala 25’emîn de bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez mîsoger bikin. Ev erk û berpirsyariya herî dîrokî ye ji bo mîsogerkirina şoraşa azadiyê ye.    

Di rojên em dikevin sala 25’emîn ya komployê de gelê me bi erdhejekî mezin re rû bi rû hat. Erdheja ku bû sedem bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest bidin û bi deh hezaran birîndar bibin êşeke giran û mezin da gelê Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê. Em mirovên me yên ku di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û bi êşa gelê xwe re xemgîn in. Em ji tevahî birîndaran re şîfaya lezgîn dixwezin.

Di serî de faşîzma AKP-MHP’ê, hêzên serdest û pergala kapîtalîst yê desthilata xwe li ser kuştina mirovan û talana xwezayê didomîni, berpirsyariyê vê erdhejê ne. Eger di dema xwe de tedbîrên pêwîst bihatana girtin wê encama vê erdhejê ewqas ne giran bûya. Desthilata faşîst û qirker ya AKP-MHP’ê pir eşkere guhê xwe ji hemû hişyariyên li ser vê erdhejê hatibûn kirin re girtiye. Di vê erdhejê de rûreşî, dijminahî û zihniyeta dewletê ya li dijî mirovahiyê careke din eşkere bûye. Hevgirtin û yekîtiya xwiş û biratiya gelan bi ser ketiye. Rêbertiya me bi paradîgma Demokratîk-Ekolojîk û azadîxwaziya jinê hîmê vê hevgirtinê ji bo azadiya tevahî mirovahiyê avêtiye. Bi vê erdhejê re careke din derket holê paradîgma Rêber Apo ji bo gelan çiqasî girîng e. 

Bi dîlgirtina Rêber Apo re planeke berfireh ya qirkirinê û tinekirina mirovahiyê hate danîn. Ev plan bi şerê cîhanê yê sêyemîn xistin meriyetê. Ev şer bi her rê û rêbazan li dijî hebûn, nasname, çand, dîrok, xweza û hemû qada jiyanê berdewam dike. Mirovahî bi tehdîdekî mezin ya jiyan-mirinê re rû bi rû ye. Helwesta Rêber Apo li dijî vê tehdîd û xeteriyê bû. Ji bo pêşî li vê plana xeternak bigire tekoşîneke mezin pêş xist. Bi komployê xwestin pêşiya vê tekoşînê bigirin. Rêber Apo hem li derve û hem li Îmraliyê li ser esasê vê plangeriya mezin ya li hemberî jin, civak û mirovahiyê hatiye pêşxistin pûç bike û li dijî wê bisekinê, têkoşiya û li ber xwe dide.

24 sal in berxwedaneke dîrokî ya ku mînaka wê li cîhanê çênebûye ji aliyê Rêbertiya me ve tê meşandin. Ev berxwedan berxwedana jinan e, berxwedana gelan e. Ev berxwedan berxwedana parastina hemû nirxên mirovahiyê ye. Parastina hebûn û wijdanê mirovahiyê ye. Berxwedana israr di tekoşîna azadiyê de ye. Rêber Apo di her kêliya vê berxwedana dîrokî de paradîgma pêş xist û pêşkêşî gelê Kurd, jinan û tevahî gelan kir. Di serî de jinên Kurd, gelê me û tevahî mirovahî deyndarê Rêber Apo ye. Eger hîna jî Rêber Apo dîl girtiye ev berpirsyariya me hemûyan e. Rêber Apo yek kêliyê ji bo jiyana xwe ya takekesî jiyan nekir. Kêlî bi kêlî jiyana xwe ji bo ferdê azad biafirînê, ji bo jina tekoşêr pêş bixîne, ji bo civakeke berxwedêr û zane pêş bikeve paradîgma û tekoşîna azadiya jinê pêş xist.

Parastina Rêber Apo parastina azadiya jinê û mirovahiyê ye. Divê di serî de jin, ciwan û gelê me di sala 25’emîn ya komployê de bi zanebûna vêya, tekoşîna xwe bilindtir bikin. Heta ku azadiya Rêbertiya me ya fîzîkî pêk neyê, ne siyaseta şer, ne plana qirkirina civakê, ne feqîrî û ne jî xirakirina ekolojiyê wê bi dawî nebe. Faşîzma AKP-MHP’ê di siyaseta şer de, di tinekirin û tasfiyekirina destkeftiyên şoreşa azadiyê û di tinekirina pêşeroja demokratîk ya gelan de jî israr dike. Ev faşîzma ku li ser tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê tê meşandin tenê dikare bi têkoşîna jinan, bi berxwedanê û hevgirtina gelan werê têkbirin. Tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çiqas werê berfirehkirin wê ewqas parastina şoreşa azadiyê mîsoger bibe. Divê em bi vê zanebûnê têkoşînê mezin bikin û pergala Îmraliyê di sala 25’emîn ya komployê de hilweşînin.”