NY: Sala 2020’an 287 hezar jin ku ducanî bûne yan jî gava zarokanînê jiyana xwe ji dest dane

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku sala 2020’an 287 hezar jin ku gava ducanî bûne ya jî gava zarokanînê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel ku 20 salên dawî, mirina dayikan ji sêyan yek kêm bûye, li gorî NY’yê li seranserê cîhanê hîna ji her du deqeyan carekê jinek ji ber komplîkasyonên ducaniyê an jî gava zarokanînê jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya NY’yê di navbera salên 2000 û 2020’an de rêjeya mirina dayikan ji sedî 34,3 kêm bûye.

Belarûs yek ji welatê ku herî zêde rêjeya mirinê kêm bûye, Venezûela jî welatê ku herî zêde rêjeya mirinê lê zêde bûye.

Piştî Venezûelayê jî, Qibris, Yewnanistan û DYE tên. Bi giştî li seranserê cîhanê di sala 2020’an de 287 jin di dema ducaniyê an jî gava zarokanînê de jiyana xwe ji dest dane. Ev tê wateya ku ji her du deqeyan carekê jinek jiyana xwe ji dest dide. Di sala 2000’an de 446 hezar dayik jiyana xwe ji dest dabûn.

Hat tespîtkirin ku sala 2020’an ji sedî 70’yê mirinê li Afrîkaya Bin-Sahara bûye.

Rêvebirê Giştî yê WHO’yê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesûs got:  “Ducanîtî li seranserê cîhanê ji bo bi mîlyonên mirovên ku nikarin xwe bigihînin xizmeteke tenduristiyê ya baş, dibe tecrûbeyeke xeternak.“ 

Ji bilî Awustralya, Zelandaya Nû, Asyaya Navîn û Başûr, hema hema li seranserê cîhanê, rêjeya mirina dayikan ya zêde bûye ya jî wek xwe maye. 

Li Afrîkaya Bin-Sahara, rêjeya mirina dayîkan 136 qat ji Awustralya û Zelandaya Nû zêdetir e.