Artêşa Tirk a dagirker Eyn Îsa û gundên derdorê topbaran kir
Dewleta Tirk a dagirker bajarê Eyn Îsa û gundên derdorê topbaran kir. Di encama hedefgirtina santrala ceryanê de li bajar û derdora wê ceryan qut bû.
Dewleta Tirk a dagirker bajarê Eyn Îsa û gundên derdorê topbaran kir. Di encama hedefgirtina santrala ceryanê de li bajar û derdora wê ceryan qut bû.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî bajarê Eyn Îsa ya Kantona Firatê û gundên derdorê kirin. Di êrîşê de stasyona ceryanê hedef hat girtin. Ji ber êrîşan li bajar û gundên derdorê ceryan qut bû.
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran başûrê bajarê Eyn Îsayê û gundên Fatise û Mişêrfa yên rojhilatê bajar topbaran kir.