Birîna ku dermanê wê azadî ye

Di nava çar dîwarên Îmraliyê de, bi êşeke zêde, bi zayîna fikir û ramanên xwebûnê yên modernîteya demokraîtk û konfederalîzma demokratîk, rê li ber guhertin û veguhertina şoreşa zihnî ya jin, ciwan û civaka Rojhilat û Îranê vekir.

Roja Reş a 15’ê Sibatê, di sala xwe ya 25’emîn de çawa ji bo hemû jinên têkoşer, gelên welatparêz ên Bakur, Rojava, Başûr û jinên cîhanê yên azadîxwaz xwedan çi dilêşiyê bin, ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê jî xwedan heman êşeke mirovbûnê ye. 15’ê Sibatê, ji bo jinên dilbiêş û têkoşer weke rojek ji rojên qiyametê ango tofaneke bi lîstokan dagirtî ye. Em jinên pêkanîna şoreşa “Jin jiyan azadî“, Komploya Navneteweyî bi kîn û hêrseke şoreşgerî, şermezar dikin. Dîlgirtina Rêberê Azadiyê, di bin êşkenceya tecrîda girankirî de, weke dilgirtina xwe, dîlgirtina jinên Ereb, Fars, Belûc, Azer, Efxan, Tirk, Asûr, Ermen û tevahî jinên azadîxwaz ên xwedî nasnameyên din, dibînin. Dîlgirtina Rêberê Azadiyê, dîlgirtina edalet, wekhevî û azadiyê bi xwe ye. Pêkanîna tecrîda bi êşkence, weke gef li ser hemû ruhê mirovahiyê rê dane vekirin û di nebaşiyê de şirîkatî ye. Em jinên Rojhilatê Kurdistanê, vê roja reş, bi hêrsa jin a dîrokî, bi çanda şoreşa “Jin jiyan azadî“ salvegera 25’emîn a 15’ê Sibatê şermezar dikin.

LI ROJHILAT SERHILDANÊN 1999’AN

Me, sala 1999’an jî, vê bêbextiyê danequrtand û tevî zarok, ciwan û hemû civaka xwe nerazîbûna xwe, li dijî roja reş bi berdêlên giran, şehîd û xaziyên topên ji agir, bersiv da Komploya Navneteweyî. Em hêj jî li ser wê hêrsa xwe ya sala 1999’an, li dijî bêbextî û bêdadiya navneteweyî, li dijî dîlgirtina Rêberê Azadiyê, têdikoşin. Heqîqet ev e ku, hêzên navneteweyî, bi dîlgirtina Rêberê Azadiyê, pê li zagonên xwe yên azadiya fikir, kirin e. Ji ber ku qaşo li gel wan zagonên azadiya fikir hene. Em jin, li Rojhilat û tevahî cîhanê, vê tecrîda girankirî li ser xwe hesab dikin. Ev tecrîda girankirî, li dijî azadiya xwe û tevahî mirovahiyê dibînin. Li ser vê bingehê, li dijî her cure êşkenceya ku li ser Rêber Apo, li her devereke cîhanê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber xwe didin.

JI TARÎTIYÊ BER BI RONAHIYÊ VE

Hêzên mêtinger ên sedsalê, bi peymana Lozanê ya sala 1923’an re, Rêber Apo weke destpêka Komploya Navneteweyî ya yekem weke parçekirina beden, di milê çand, ziman û qirkirina fîzîkî, di milê ruh û bîra gelê Kurd de, di paraznameya xwe de bi berfirehî pênase kiriye. Komploya Navneteweyî bi gavên xwe yên destpêka sedsala 20’an, siyaseta qirkirina çandî û fîzîkî bi destê TC, Iraq, Sûrî û Îranê, planên bazirganiya Rojhilata Navîn datîne. Êrîşa sala 1999’an a dîlgirtina Rêberê Azadiyê, Rêber Apo jî berdewamiya vê plana sedsalê, ji aliyê tevahî dost û tevgerên azadîxwaz ve tê zanîn. Rêberê Azadiyê, tevî bêedaletiya sedsalê jî, lîstokên li ser qedera gelê Kurd û tevahî Rojhilata Navîn, bi evîn û azweriya xwe ya azadiyê, pûç kirin. Di nava çar dîwarên Îmraliyê de, bi êşeke zêde, bi zayîna fikir û ramanên xwebûnê yên modernîteya demokraîtk û konfederalîzma demokratîk, rê li ber guhertin û veguhertina şoreşa zihnî ya jin, ciwan û civaka Rojhilat û Îranê vekir. Ji bo wê jî ev meha Sibatê, ji bo me jinan, li Rojhilatê Kurdistanê û hemû mirovên li welatê me, meha lêhûrbûna bangewaziya xwe parastin û doza pêkanîna şoreşa jinan e.

FELAKETÊN MEHA SIBATÊ

Meha Sibatê, vê demsala Zivistanê, hêzên mêtînger ji bo jina Kurd û hemû mirovahiyê, bi xezebên ruhê xwe yên negatîf dane dagirtin. Ji vê mehê, rojek ji rojên reş, 15’ê Sibatê ye. Ev meha Sibatê, li ber çavên jinên li Rojhilatê Kurdistanê, bi temamî weke meheke bi nalet di bîra xwe de, bi têkoşîn pêşwazî dikin. Roja Reş, bi dilgiranî û bi hêrseke zêde, her sal 11 meh, bi meha Sibatê, dest pê dibe û li dijî xeteriya naleta dagikerên meha Sibatê, bi fikir û ramanên Rêber Apo, li ber xwe didin. Sibat, bi giştî ji ber Roja Reş, di çav û dilê jinên Rojhilatê Kurdistanê de, weke meheke bêyî xêr û bêr e. Meheke ji mehan e ku ji aliyê hêzên mêtinger ve hatiye reşkirin û dagirtin. Ji aliyê hêzên tarî ve bi armanca dil û mejiyê mirovan bitevizîne, bi talîmata ABD’ê bi komployeke navneteweyî, dane pêkanîn. Bi Kurtahî jinên Kurd, di salvegera 25’emîn a 15’ê Sibatê de li Rojhilat û tevahî Kurdistanê, li dijî dijminên azadiyê gelek bi hêrs in. Ew nebes bû vê carê 6 vê Sibatê erdeheja Pazarcikê ket ser birîna kûr a 15’ê Sibatê. Tevahiya mirovahiyê dizane ku, ev felaketên vê mehê, ne qedera jin û civakan e. Berpirsên van encaman hene. Ew jî hêzên netewe dewlet in. Weke şirîkên Modernîteya Kapîtalîst, rasterast berpirsyarên van felaketan in. Em jin, li beramberî felaketên vê meha Sibatê pêk hatin, divê ku bi şêwaza tolhildana mezin, bi hêz û felsefeya Rêber Apo bifikirin û şoreşa jin a Rojhilata Navîn, ji nû ve di cîhana mirovahiyê de ava bikin.

ŞOREŞA ZIHNÎ

Em jin li Rojhilatê Kurdistanê, bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’, 30’sal in di nava têkoşîna azadiyê de bi berdêlên pir giran, cihê xwe li her deverekê di nava têkoşîna welatê xwe de digirin. Ev 5 meh in jî di bin ronahiya felsefeya Rêberê Azadiyê, Rêber Apo de, li Rojhilatê Kurdistanê, Îran û tevahî cîhanê di nava şoreşa zihnî û civakî de, li dijî rejîma Îranê, her kêliyê li ber xwe didin. Me di nava van 5’mehên dawîn de, bi sedan qurbanî û bi hezaran birîndar di ber azadiyê de dan. Bi hezaran jin û ciwan, di bin êşkenceya hêzên rejîma sêdare de, bi xeteriyan re rû bi rû ne. Jinan bi bîr û baweriya felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ bi Kurdî me dest bi serhildanan kir û tevahiya jin, ciwan û civak pêşeroja xwe di vê formê de bi zimanê xwe, hebûna xwe dît. Lê mixabin mîmarê vê forma şoreşa jina Kurd û hemû jinên azadîxwaz, Rêber Apo, sosretek ji sosretên derveyê ruhê mirov bi xwe ye ku ev dibin 25 sal, di tabûtgeha Îmraliyê de weke dîlekî di bin êşkenceya ruhî û fîzîkî ya herî giran de ye. Rêberê Azadiyê, vê rewşa xwe dişibîne çîroka Yewnanî ya serhildêriya Prometheusê ku li dijî xwedayên wan ên zalim serî rakiriye. Protmetheus ji ber ku bi ronahiya agir ango bi zanista xwedayî, pêşengtî ji civakê re kiriye, ji aliyê xwedayên Yewnan ê zalim ve, bi çiyayan ve tê bizmarkirin û bi ajalên dirinde êşkenceyê lê dikin. Ev rêbaz, heta bi niha, her carê xwe bi şêwazeke mêtinger li ser mirovê azad, didin pêkanîn.

HELWESTA DÎROKÎ Û EXLAQÎ

Îran û gelek netewe dewlet, bi bidarvekirinê vê yekê pêk tînin. Netewe dewletên ku xwe pir pêşketî jî dibînin, bi rêbaza reşkujî û bi cezayên zindanî kirina heta bi hetayê, bi êşkenceyên girankirî didomînin. Di rastiyê de, di şexsê van pêşengên jin û civakê de, dixwazin ruhê azadiyê ji holê rakin. Ji bo wê ev hêzên dagirker û mêtinger serî li tevahî rê û rêbazên herî kirêt didin ku ji bo ruhê koletiyê di dil û hişê mirov de biçînin. Vê yekê ji bo xwe, weke erka pîroz û xêra Xwedê dibînin. Ji bo xwe mafdar jî derxin, serî li her dek û dolabê didin. Mîmarê Rêberê Azadiyê, Rêber Apo di nava wan şert û mercên herî giran de, li dijî koledarî û kolekirina îradeya mirov, bi helwesta xwe ya dîrokî û exlaqî, ji dijminên azadiya jinan û mirovahiyê re, cengeke mezin a ruh û fikira azad afirandiye. Weke ku tê zanîn bi komplo û lîstokên bêbext ve, ji sala 1999’an ve di zindana Îmraliyê de weke dîlekê azadiyê ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve, êşkence lê tê kirin. Hikûmeta AKP û MHP’ê jî ji bo van hêzan cerdevaniyê dikin. Lê bila were zanîn ku, ev hêz bi van kiryarên xwe, bi agir dilîzin. Bi vê şêwazê, ev hêzên komploger heke li êşkenceyê dewam bikin, wê rê li ber hêrsa tofana dawîn, bê vekirin. Ji xwe pêl bi pêl dikin.

BIHARA JINAN

Di felsefeya Zerdeşt de, her meheke salê, ji bo xwezaya zindiyan, xwedî wateyekê ye. Di felsefeya Zerdeşt de, mehên herî bi tenduristî ku bandora xwe li ser fikir û bedena mirov û zindiyan dikin, mehên Biharê ne. Helbet eger demsala Zivistanê nebe, wê Bihar jî bê tam û bê berhem be. Ji ber ku her sê mehên Zivistanê, bi berf û berhemên xwe bandorê li her sê demsalên din dike. Ev jî tê wê wateyê ku di xwezaya me de, bandora her çar demsalan jî, her yek ji wan xwedan girîngiyekê ye. Lê tu demsal weke biharê bandor li hestên azad, afirîneriya ruh û fikir li ser zindiyan nake. Zerdeşt bi hûrgulî li ser bandor û giringiya biharê, nivîsiye. Zivistan, bi xwezayî, ji bo her zindiyekê/î bi zor û zehmetiyan derbas dibe. Ev yek di zagonên xwezayê de, bi xwezayî heye. Lê li ser van zehmetiyan, dema destwerdanên bi nalet jî didin pêkanîn, ji mirov û her zindiyek ku dijî, dojeh e. Pêwîstî bi xeyalê dojehê namîne ku mirov li cîhaneke din bigere. Her kes baş dizane ku, felaketên xwezayê, di dîroka avabûn, guherîn û veguherînên cîhanê de heye. Mînaka herî balkêş jî, çîroka Pêxember Nûh a li Cûdî an li Şengalê ye. Lê dîsa yê rê li ber felaketên xwezayê yên mezin bi lez û bez vedikin, dîsa hêzên qirker û mêtinger in. Di vê mehê de yek bi tecrîd û êşkenceyê li ser Rêber Azadiyê sepandina bê nefes hiştin e, ya din bi dijminahiya xwezaya Kurdistanê bi hevsengiya ekolojiyê lîstin û bedena zarok, jin, ciwan, kal û tevahî zindiyan di bin qalibê avahiyan de fetisandin e. Li gor dîtin û şopandinên min felaketên di meha Sibatê de didin pêkanîn, ji felaketa xwezayê ya ber bi tofana Pêxember Nûhê 2’yemîn ve dehf didin. Ev tofan, tofana çîna navîn a bîrdoziya lîberal û modernîteya kapîtalîst e. Di bingeha van felaketan de tiliya van hêzên mêtinger heye. Mirovahî, di vê meha Sibatê de di bin lingên netewe dewlet a dînozor de dinale.

BIHARA RÛXANDINA DÎWARÊN ÎMRALIYÊ

Helbet yê pêşiya van tofanên siyaseta bêexlaq bigire, wê hêza berxwedan û têkoşîna tevgera jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî“, bihara hemû jinên azadîxwaz û civaka exlaqî û polîtîk bi xwe re ava bike. Vê biharê, wê li Rojhilat û hemû Kurdistanê, bibe bihara azadiya jinan. Di pêşengiya jinên Kurd de wê vê biharê bibe bihara mîmarê azadiyê ya Rêber Apo. Bi îdia û biryardayîna tevgera jin a Rojhelat weke KJAR û îdiaya tevgera giştî ya KJK’ê wê vê biharê rê li ber zayînên sentezî yên nû bide vekirin. Vê biharê wê li dijî her cure êrîşên qirker û mêtinger, bibe ,bihara pêkanîna şoreşa jin a Rojhilata Navîn û rêxistikirina hêza xweparastinê ya şerê gel ê bi şoreşgerî. Wê bibe bihara rûxandina dîwarên Îmraliyê û azadiya Rêber Apo. Wê bibe bihara evîna heqîqet, evîn û jiyana azad.