Rojane nêzî 800 jin ji ber komplîkasyonên ducaniyê dimirin

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, rojane nêzî 800 jin ji ber komplîkasyonên ducaniyê dimirin.

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, rojane herî kêm 800 jin ji ber komplîkasyonên ducaniyê dimirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di salên dawî de li Amerîkaya Latîn, Karayîp, Ewropa û Amerîkaya Bakur rêjeya mirina dayikan bi lez zêde bûye.

Di lêkolîna ku di navbera salên 2000-2020’an de pêk tê, tê gotin ku rêjeya mirina dayikan di wan salan de li cîhanê kêm bûye.

Alîkarê Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo tenduristiya gerdûnî Dr. Anshu Banerjee balê dikişîne ku li seranserê cîhanê li gorî texmînan 270 mîlyon jin, nikarin ji plansaziya malbatê yên nûjen sûdê bigirin.

LI HERÊMÊN ŞER Û WELATÊN XIZAN RÊJEYA MIRINAN ZÊDE YE

Piraniya mirinan li welatên xizan û deverên şer lê hene zêde dibe. Hat destnîşankirin ku Efrîkaya bin Sahraya ku li dinyayê mirina ji dayikbûnê derketiye ji sedî 70, di bin xeteriyeke mezin de ye. Metirsiya ku zarokeke keç a 15 salî ji ber sedemên têkildarî ducaniyê li herêmê jiyana xwe ji dest da 1 ji 40'î ye.

Ew diyar dike ku li welatên ku qeyranên mirovahî hene wek Yemen, Sûriye û Efganîstanê, ji her 100,000 zayîna zindî 551 mirina dayikan pêk tê. Di vê nuqteyê de, navgîniya cîhanê ji 100 hezarî 223 ye.

Di sala 2000'an de 446 hezar mirina dayikan hebû, ev rêje di sala 2016'an de daket 309 hezar û di sala 2020'an de jî daket 287 hezar.

Di raporê de mirina dayikan wek mirinên ku di dema ducaniyê de, di dema zayînê de, an jî şeş hefte piştî bidawîbûna ducaniyê diqewimin, pênase dike. Mirinên ji ber kurtajan jî di vê pênaseyê de cih digirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hêvî dike ku heta sala 2030’yan rêjeya mirina jinan ya gerdûnî ji  100,000 zayîna zindî bixe binê 70’ê.