Li Parîsê li dijî qirkirina jinan helwesteke hevpar

Saziyên cuda yên jinan bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî, Em ê Tola Xwe Bi Şoreşa Jinê Hilînin!” ji bo bîranîna şehîdên 23’ê Kanûnê û 9’ê Çile bi malovaniya Şaredariya Parîsê hatin cem hev.

Tevgera Jinên Kurd TJK-F, Platforma Jin Jiyan Azadî, Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransa, Yekîtiya Sendîkayên Solîdaires û Alerta Femînista, ji bo bîranîna şehîdên 23’ê Kanûnê û 9’ê Çile bi hevkariya 10’emîn a Şaredariya Parîsê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî. Em ê Tola Xwe bi Şoreşa Jinê Hilînin!” li Parîsê hat cem hev.

Çalakiya bîranînê şeva Înê saet di 18.30’an de li salona 10’emîn a Şaredariya Parîsê bi axaftina vekirinê ya seroka şaredariya herêmê Alexandra Cordebard destpê kir. Cordebard got, “Ji ber ez jinên Kurd li avahiya şaredariyê pêşwazî dikim gelek kêfxweş im. Xwezî em ji bo şahiyan bihatana cem hev, lê mixabin li vê herêma ku ez lê dixebitim, gelek milîtanên jin hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî di nav de bûn. Berê hevrêya Mandela yê têkoşînê Dulcie September jî li vê herêmê hat qetilkirin. 10 sal in em di nava têkoşîna ronîkirina hêzên li pişt qetlîama 9’ê Çile de ne. Paşê dîsa li herêma min a Parîsê qetlîamek pêk hat ku Evîn Goyî jî tê de cih girtibû. Ev nayê qebûlkirin û rewşeke ku hêrsa me hîn zêdetir dike ye.” Cordebard diyar kir ku, ew parçeyek ji têkoşîna edaletê ne, şopdarê vê xetê û aliyê sivîl in.

Piştî axaftina vekirinê ya Cordebard deqîqeyek rêz hat girtin.

Dayikên şehîdan li quncika ku wêneyên şehîdên 9 'ê Çileyê, 23'ê Çileyê Nagihan û jinên li Meksîkayê hatin qetilkirin, find vêxistin. Piştre jî tevgera jinan, ligel saziyên ku panêl organîze kirin, mafê axaftinê girtin.

'LI ÎRANÊ TI TIŞTEK JI BER XWE VE ÇÊNEBÛ’

Fatme Kerîmî; li ser pêşveçûna dawî ya Platforma Jin Jiyan Azadî û derbarê Îran û Rojhilat de axaftinek kir û tê de behsa darvekirina jinên Kurd û zordariya ku ji aliyê rejîmê ve tê kirin heta pêvajoya Jîna Emînî kir û got, "Tişta ku îro li Rojhilat diqewime di heman demê de enerjî, hêz û ezmûna ku me ji tecrûbeya têkoşîna parçeyên din ên Kurdistanê bi dest xistiye. Li Îranê tiştek ji xweber çênebû. Mîna dirûşmeya Jin Jiyan Azadî.” Kerîmî bal kişand ser qirkirina siyasî ya li ser jinan li Îranê.

GIRÎNGIYA YEKKIRINA TÊKOŞÎNAN

Li ser navê Sendîkaya Solidaires Julie Ferrua got, “Şehîdên Parîsê ji bo vê têkoşînê canê xwe dan. Em çiqasî têkoşîna xwe bikin yek, em çiqasî bi hev re li heqîqetê bigerin, em ewqasî dikarin li dijî qetlîama jinan bisekinin" û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a jinan.

JI JINÊN TÊKOŞER DITIRSIN

Li ser navê Koordînasyona Jinê ya Neteweyî ya Fransayê Nadîa Chaabane mafê axaftinê girt. Chaabane di heman demê de li ser navê jinên Tûnisî axivî û got, “Ji jinên têkoşer ditirsin. Ji ber ku jinên ku têkoşînê didin, civakê diguherînin û vediguherînin. Ji bo vê jî li Tirkiye, Kurdistan, Îran, Tûnis, Fransa û gelek deverên cîhanê dibin hedef. Divê têkoşîna jinê mezin bibe. Mexdûrên pergala baviksalarî, mexdûrên pergalê, beriya her tiştî jinên têkoşer in. "

LI DIJÎ QIRKIRINA JINAN TÊKOŞÎNA HEVPAR

Li ser navê jinên Tamîlî Sanhaja Akrouf diyar kir ku, ew li welatê xwe hem di nava rejîmê de hem jî di nava malbatê de rastî çewisandin û tundiyê tên. Akrouf anî ziman ku, ji ber di platformek wiha de bi jinan re hatine cem hev ew gelek kêf xweş e. Li ser navê UCL'ê Lîla Alahayaa û li ser navê Alerta Femînîst a Emerîkaya Latîn jî Francîsca Toledo diyar kirin ku, êrîşên li dijî jinên Kurd nayên qebûlkirin û beşdarên salonê der barê qetilkirina jinan a li welatê xwe de agahdar kirin.

Di axaftinên li ser navê Mala Jinê ya Parîsê, li ser navê Meksîka La Sexta, Laura Sandaval û SKB’ê hatin kirin de bal hat kişandin ser têkoşîna hevpar a li dijî qirkirina jinan.

Axaftina girtinê ya li ser navê Tevgera Jinên Kurd Cemîle Renkçay kir. Jinên Fransî, Meksîkî, Tamîlî, Kabûl, Amazing, Latîn Amerîka û gelên din ên li ser navê jinên Kurd beşdarî bîranînê bûn silav kir û diyar kir ku têkoşîna edaletê wê heta dawiyê bidome.

Renkçay der barê encamên giran ên erdhejê de agahî da û bang li tevgerên jinan kir ku piştgiriyê bidin kampanya Heyva Sor.

Di çalakiyê de Koroya Jineolojiyê, koroya jinên sendîkavan ên Fransayê û Koma Jinê ya Kevana Zêrîn stranên têkoşîn û berxwedanê gotin.

Çalakî saet di 21:00 de bi têkoşîna hevpar, helwesta hevpar û banga Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.