Suheyla Qazî rehmet kir
Süheyla Qazî ya ku keça avakarê Komara Kurdî ya Mehabadê Qazî Mihemed e, rehmet kir.
Süheyla Qazî ya ku keça avakarê Komara Kurdî ya Mehabadê Qazî Mihemed e, rehmet kir.
Suheyla Qazî ya ku keça avakarê Komara Kurd a Mehabadê, Qazî Mihemed e, duh li bajarê Bonn ê Elmanyayê rehmet kir. Suheyla Qazî di 11’ê Tîrmeha 1941’an de li Mehabadê ji dayik bû, zêdetirî 40 sal bûn li sirguniyê bû.
Suheyla Qazî di sala 2010’an de li Amedê beşdarî Konferansa Jinên Kurd bûbû û wê demê ji DÎHA’yê re axivîbû. Suheyla Qazî wê demê gotibû "Ez di hesreta vegera welat de me.”