HDP xebatên xwe yên 8’ê Adarê li herêmên erdhejê bimeşîne

Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê li Stenbolê bi çalakiyekê starta çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. HDP’ê ragihand ku ew ê xebatên xwe yên 8’ê Adarê li herêmên erdhejê bimeşînin.

Endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeyên “Em ne bi tenê, bi hev re ne!” û “Jin, Jiyan, Azadî” li pêşiya Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê hatin ba hev û starta çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan. Di çalakiyê de pankarta “Em bi hev re ne” hatibû vekirin û wêneyên hilweşîna bajarên ji erdhejê bibandorbûn hatin hilgirtin. Beşdaran dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. 

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li çalakiyê bûn. Çalakî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 

 Di çalakiyê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: “Dewletê alîkarî neda herêmên erdhejê. Em ê di 8’ê Adarê de bi hêza xwe ya rêxistinkirî li qadan bin û nîşan bidin ku em bi tenê nînin. Weke her krîzan, di vê krîzê de jî herî zêde jin û zarok bibandor bûn. Jin, li hêlekê hewl didin xwe li ser pêyan bigirin û li hêla din jî têkoşîna jiyanê didin.  Pêdiviyên bingehîn ên jinan negihiştin wan. Bi dehhezaran jin dê biwelidin lê ji bo wan projeyeke hatiye amadekirin tune ye. Lê terîqetên ku zarok radestî wan hatine kirin hene. Jin rastî tundiyê tên û bi tacîz û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin. Ji ber ku bo wan qadeke biewle nehatiye avakirin. Bi israr dibejim ku hêj pêdiviyên daşir û serşokê nehatiye bicihanîn. Ji ber vê yekê me 8’ê Adareke ku dê piştevaniya xwe mezintir bikin ragihand. Em ê li dijî pergala kapîtalîst a mêrserdest, hêza xwe ya cewherî xurtir bikin, piştevaniya xwe mezintir bikin, bibêjin ‘em bi tenê nînin, em bi hev re ne, bi hev re bihêztir in’ û birînên xwe derman bikin.”

Başaran, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di demeke ber bi 8’ê Adarê ve em ê piştevaniya xwe ya bi jinên li herêmên erdhejê re xurtir bikin. Ji Semsûrê heta Mereş, Dîlok, Hatay û Meletiyê, em ê li her deverê bi destê jinan bigirin, bi wan bidin hîskirin ku bi tenê nînin û dê wan terkî wijdana îktîdarê nekin. Bila kesek bêhêvî nebe. Em ê bi rêxistiniya xwe ya herî xurt li qadan bin. Dê têkoşîna hevpar a jinan dawî li vê pergala rizî bîne. Yên ku ji bo hesaba vê hilweşîna mezin li ber xwe didin, dê teqez hesabê bidin. Ji ewil jî dê jin hesabê ji wan bipirsin. Mîna mezinkirina piştevaniya xwe, yên ku dê hesabê ji wan bipirsin jî em in.” 

Piştî axaftina Başaran, çalakî bi dawî bû.