'Mafên jinan li her devera cîhanê lewaz bûne'

Li gorî raporek rêxistinên civakî yên sivîl, li cîhanê mafên jinan gelekî lewaz bûne.

Di rapora Weqfa Jean-Jaûres û komeleya femînîst Eqûîpop de, bi taybetî betalkirina mafê kurtajê ya ji aliyê Dadgeha Bilind a DYE’yê ve, ji bo jinên Efxanistanê qedexeya perwerdeyê û derxistina ji hin qadên kar û li Polonyayê astengiyên li ser kontrola ducanitiyê, bal dikîşînin.

Di raporê de hat gotin ku lewazbûna mafên jinan, li her devera cîhanê zêde dibe.

Di raporê de îşaret bi dewletên dîplomatîk û komên siyasî yên rastgirên tund tê kirin û hat destnîşankirin ku piraniya tevgerên dijberî gel, çavkaniya xwe ji “tifaqa heterojen” digire.

Di raporê tê gotin ku bi taybetî ev tevgerên baş hatine rêxistinkirin, girêdayî hev in û bi awayek dilnizm tên fînansekirin. Ev jî dibe sedem ku ew pêşketinan asteng bikin, statukoyê biparêzin yan jî ji aliyê gel ve tê diyarkirin ku dibe sedema paşketinan.

Nêzî 10 welatan ku di rewşên heyî de Fransa jî di nav de ye, niyeta xwe ya polîtîkayek ji derve ya femînîst a xistina meriyetê danîn holê. Ji bo pêkanîna vê yekê rapor pêşniyar dike ku alîkariya malî ya ji bo komeleyên femînîst, divê bê zêdekirin û têkoşîna femînîst bibe mijara sereke ya dîplomasiyê.