Jinên Mexmûrê rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê eşkere kirin
Jinên Mexmûrê bi dirûşmeya “Bi Qêrîna Jin Jiyan Azadî, Dihûnin Tena Jiyanê” rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê eşkere kirin.
Jinên Mexmûrê bi dirûşmeya “Bi Qêrîna Jin Jiyan Azadî, Dihûnin Tena Jiyanê” rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê eşkere kirin.
Pîrozbahiyên bi boneya 8’ê Adarê ku her sal bi awayekî girseyî li her derê dihat pîrozkirin, ji ber erdheja ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çêbûyî hatine rawestandin. Ji ber vê yekê weke her cihî li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî pîrozbahî hatine rawestan, lê wê çalakiyên cuda cuda werin kirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Meclîsa Îştar ve bi dirûşmeya “Bi Qêrîna Jin Jiyan Azadî, Dihûnin Tevna Jiyanê” starta 8’ê Adarê hate dayîn.
Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek ve hate xwendin.
Daxuyanî wihaye:
“Rêber Apo bi nirxandina di nav yekîtiya civakî a dîrokî de bi dîtina cihê girîng ê jinê ya di nav vê rastiyê de, di raman de azadiyeke mezin û kûrbûnek aniye. Her ku civaka dîrokî ya bi navenda jinê têgihiştiye, di raman de geşedaneke mezin çêbûye. Ramanên azad ên ku hatin afirandin gihaye asta herî bilind. Ger pirsên civakî û siyasî bûyîne girêka kor, di vê de rista pergalên mêrê serwer ên li ser jinê diyarker in. Ji vî alî ve Rêber Apo bi îdeolojiya azadiya jinê şûr li vê girêka kor daye û rê li ber çareseriya hemû pirgirêkên civakî vekiriye. Ji ber vê afirandina îdeolojiya azadiya jinê, xeta azadiya jinê kiriye xwedî çarçoveyek teorîk a li ser rastiya dîrokî û civakî.
Divê em bizanibin, azadiya jinê, di dîroka mirovahiyê de her bûye mifteyek ku deriyê azadiyan vekiriye. Beriya her kesî divê em jin ji vê yekê agahdar bin. Jin, bazina destpêkê ya hemû nirx, kevneşopî, ziman û çanda netewî ye. Jin pirek a di navbera duh, îro û pêşerojê de ye. Azadiya jinê di azadiya hemû beşên civakê yên etnîkî, cinsî, olî, mezhebî û civakî de ye. Em di vê hişmendiyê de ne ku jina birêxistin, temînata civaka wekhev û azade û temînata neteweke birêxistin kiriye.
Dîroka 8 Adar’ê, roja cîhanî ya tevahî jinên kedkar ên cîhanê, pir bi êşe. Di heman demê de ji bo tevahî jinan roja têkoşîn û berxwedaniyê ye. Roja jinên kedkar, li dijî kapîtalîzma ku sedsala 18’emîn de derketî û di nava sedsalekê de li tevahî cîhanê belavbûyî û bê eman her der dagirkirî wek bertekekê derketiye holê. Em weke Meclîsa Îştar ya Wergeha Mexmûrê ji niha ve bi van hestan roja jinên kedkar ên cîhanê li hemû jinên Kurdistanê û li jinên cîhanê pîroz dikin.”
Bernameya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê wiha ye:
1’ê Adarê wê ji aliyên jinên ciwan ve, wê belavok werin belav kirin.
3’ê Adarê wê semîner were dayîn.
4’ê Adarê wê jinên ciwan daxuyanî bidin.
5’ê Adarê wê ji bo xwendevanên dibîstana Amadeyî semîner were dayîn.
6’ê Adarê wê ji aliyê Saziya Weqfa Jinê ve pêşangehek were vekirin.
7’ê Adarê wê ji bo beşdarbûna meşa 8’ê Adarê vexwendiname werin belav kirin.
8’ê Adarê wê meşek girseyî were li darxistin.