Endamên Piştevaniya Feminîst a Karesatê li Semsûrê ye

TJA, Meclîsa Jinan a HDP'ê û jinên femînîst ên li ser navê Piştevaniya Feminîst a ji bo Karesatê ji Stenbolê hatin Semsûrê, lîsteya pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê amade kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û jinên feminîst ên li ser navê Piştevaniya Feminîst a ji bo Karesatê ji Stenbolê hatin Semsûrê, hevdîtin bi jinên mexdûrên erdhejê re kirin û lîsteya pêdiviyên wan amade kirin. Jinan li gelek taxên Semsûrê serdana mexdûrên erdhejê kirin. 11 kesên ji platformê çûn Taxa Fatîhê jî, serdana konan kirin. Li vir yeko yeko hevdîtin bi jinan re hat kirin û lîsteya pêdiviyên wan hata amadekirin.

Îro dê TIR'a Mor bigihê Semsûrê. Cilên bin, ped, potikên zarokan, mama, mont, şimik û amûrên paqijiyê di TIR'ê de ne. Amûrên di TIR'ê de dê li jinan bên belavkirin.