TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê bernameya 8'ê Adarê eşkere kirin

TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê wê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li 10 bajarên ku erdhejê bandor li wan kiribû, bi jinan re bicivin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) plansaziya 8'ê Adarê eşkere kirin.

Di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de ku TJA'yê 25'ê Sibatê bi dirûşma 'Piştevaniya jinê jîn e' û Meclîsa Jinê ya HDP'ê 26'ê Sibatê bi dirûşma 'Em bi tenê nînin, bi hev re ne / Jin, Jiyan, Azadî' da destpêkirin, wê li 10 bajarên ku erdheja Mereşê bandor li wan kir, çalakî bêne lidarxistin.

Jinên TJA û HDP'î wê bi barhilgirên MOR alîkariya ji bo jinan kom kirine bi rê bikevin. Jin wê ji herêmên Ege, Marmara, Anatoliya Navîn, Serhed û Amedê bi rê bikevin û li Hatay, Dîlok, Mereş, Semsûr, Meletî, Riha, Edene, Amed, Kîlîs û Osmaniyeyê bi jinan re çalakiyên piştevaniyê lidar bixin.

Bernameya 8'ê Adarê ya TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê wiha ye:

- Jinên TJA'yê yên li Serhedê li hev kom bibin, tevî parlamenterên HDP'î Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Gulistan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Coşkûn wê 1'ê Adarê li Meletiyê bin.

- Jinên TJA'yî yên ji herêma Egeyê wê tevî parlamenterên HDP'î Tulah Hatîmogûllari û Serpîl Kemalbay 3'ê Adarê li Hatayê bi jinan re bin.

- Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran, hevserok û hevberdevkên partiyên ji pêkhateyên HDP'ê wê jin di 4'ê Adarê de li Hatayê bin.

- Jinên ji bajarên Anatoliya Navîn bi rê bikevin wê tevî Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû û Mûazzez Orhan di 4'ê Adarê de li Dîlokê bin.

- Jinên ji herêma Marmarayê bi rê bikevin wê tevî wekîlên HDP'î Oya Ersoy, Huda Kaya, Zuleyha Gulum û Dilşat Canbaz di 6'ê Adarê de li Mereşê bin.

- Jinên TJA'yê bi beşdariya parlamentera HDP'î Feleknas Ûca di 1'ê Adarê de ji Êlihê, bi beşdariya wekîl Dersim Dag û Remziye Tosûn 3'ê Adarê ji Amedê, bi beşdariya parlamenter Nûran Îmîr 5'ê Adarê ji Sêrtê, bi beşdariya Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay û parlamenter Pero Dundar 4'ê Adarê ji Mêrdînê ber bi Semsûrê ve bi rê bikevin.

- Di çarçoveya bernameyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan wê 7'ê Adarê li Civîna Koma Jinê ya Parlamentê biaxive.

- Bi pêşengiya TJA'yê di 8'ê Adarê de li Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex û Mêrdînê wê meşên girseyî bêne lidarxistin. Her wiha li gelek bajaran wê bi beşdariya TJA, Meclîsa Jinê ya HDP'ê û platformên jinan daxuyanî bêne dayin.