Jinan çelenga reş danî li ber Konsolxaneya Fransa ya Londonê
Jinan bi boneya salvegera qetilkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’an li Parisê hatin qetilkirin, çelenga reş danîn li ber Konsolxaneya Fransa ya Londonê.
Jinan bi boneya salvegera qetilkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’an li Parisê hatin qetilkirin, çelenga reş danîn li ber Konsolxaneya Fransa ya Londonê.
Li ser banga Meclîsa Jinan a Jiyan a Londonê ji bo Endama Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Emîne Kara, hunermend M. Şirin Aydın (Mîr Perwer) û Abdurrahman Kizil yên 23’yê Kanûna 2022’yan de li paytexta Parisê Fransayê hatin qetilkirin, li ber avahiya Konsolxaneya Fransa ya Londonê çalakî hat lidarxistin.
Jinan bi boneya rexnekirina polîtîkayên dewleta Fransayê, çelenga reş danîn li ber konsolxaneyê û peyama, “Heta rastî neyê ronîkirin, em dest ji vê dozê bernadin” dan.
Di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
SOZA ME JI BO ŞEHÎDÊN PARISÊ: EM Ê ŞOREŞA JINÊ BIHÊZTIR BIKIN
Rojnamegera Kurd Nejla Arî di çalakiyê de axivî û got: “Salvegera 12’emîn ya qetilkirina yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) nêz dibe. Di heman demê de em dikevin sala sêyemîn a qetilkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’an li Parisê hatin qetilkirin. Em careke din pêşengên têkoşîn û paradîgmaya azadiya jinê bi hezkirin, rêz û minetdarî bi bîr tînin. Soza me ji bo şehîdên Parisê, em ê şoreşa jinê bihêztir bikin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.