TJA’yê li Semsûr û Rihayê dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir

TJA ku li Semsûrê bi jinên mexdûrên erdhejê re hat ba hev, li Rihayê jî dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li konbajarê mexdûrên erdhejê ya li rex Koordînasyona Krîza Erdhejê ya li navçeya Narlikuyu ya Semsûrê bi jinan re hatin cem hev. Jinan li wir kon vedan û bi tevlîbûna endamên TJA’yê, Meclîsa Jinan a Komeleyên Demokratîk a Elewiyan (DAD) û gelek rêxistinên jinan, daxuyaniyek dan û dest bi çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin.

Daxuyanî ji aliyê endama TJA’yê Rozerîn Îldan ve hat xwendin. Îldan anî ziman ku di erdhejê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û sedema vê yekê jî polîtîkayên desthilatdariyê ne. Îldan, axaftina xwe wiha domand: “Di 6’ê Sibatê de li Mereşê erdhej çêbû bandora xwe li Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê kir. Di vê erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran kes jî birîndar bûn. Ji ber vê yekê em îsal bi êşeke kûr û hêrseke mezin dikevin 8’ê Adarê. Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe. Erdhej bûyereke xwezayî ye lewma pêşî lê nayê girtin lê belê bi polîtîkayên rast ên îmarê re dikare rê li ber encamên wê yên neyînî bê girtin. Lê belê vê desthilatdariya riziyayî ku hemû polîtîkayên wê li ser şer, dijminatiya Kurdan û jinan e, tenê berjewendiyên xwe fikirî û nekarî li herêmên erdhejê koordîneyeke baş bike.”

Bi domdarî Îldan bilêv kir ku yek jî sedema karesata erdhejê şerê ku li Kurdistanê tê domandin e û wiha pêde çû: “Desthilatdara zayendperest a ku ji gel û çareserkirina pirsgirêkên gel dûr e, carek din nîşan da ku pirsgirêk ne tenê nekoordînebûn e lê dûrbûn û dijminatiya wan a gel e. Mezintirîn sedema giranbûna encameke wiha giran, rastiya şerê heyî ye. Di şerên li dijî civakê de dîsa çavkaniyên civakê tên bikaranîn û ji civakê tên dizîn. Ji ber vê sedemê bû ku di rojên karesatê de bûne karsazên kapîtalîst. Hişmendiya baviksalarî û desthilatdar a ku bû kujerê bi hezaran mirov û zindiyan, di vê erdhejê de di bin kavilan da man. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya nîjadperest û zayendperest, heta sê rojên ewil nikaribû hêza xwe komî serhev bike û xwe bigihîne herêmên erdhejê. Vê da xuyakirin ku ti amadekariyên wan ji bo bûyerên xwezayî tune ne.”

Îldan, daxuyanî wiha bi dawî kir: “Em ê bi piştevaniya jinan, li herêmên erdhejê jiyanê ji nû ve ava bikin. Wek tevgera jinê û rêxistinên sivîl ên jinan, di navbera sê saetan de bi berpirsyarî ya civakî me xwe gihand cihê erdhejê. Bi bîr û baweriyeke mezin, bi nêzîkatiyeke wekhev me dest bi kar û xebatên xwe kir. Ji îro pê de jî weke Tevgera Jinên Azad, em ê li hemû bajarên ku erdhej lê çêbûne bi piştevanîya jinan jiyanê bi hev re û ji nû ve ava bikin. Em ê ji niha û pê ve ne bajarên xwe û ne jî yek jinek an jî zindiyekî ji wijdanê mêr-dewletê re nehêlin. Em ê alternatîfên xwe bi hev re ava bikin. Em jin wê li dijî rejîma faşîst a ku şer hildibijêre her tim li qadan bin.”

RIHA

TJA’yê li Rihayê dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir. Jin li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê hatin ba hev û ji bo jinên mexdûrên erdhejê kel û pelên hîjyenî û pêwîstiyên esas, kom kirin. TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek jin tevlî vê xebatê bûn.

Di çarçoveya xebata bi dirûşmeya “Piştevanî dide jiyîn” de, wê kel û pelên alîkariyê ji bo jinên mexdûrên erdhejê yên hatine Rihayê, were belavkirin. Pakêtên alîkariyê ji bo 200 malbatan hatin amadekirin. Li ser pakêtan hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî, peyama “Em jin wê di her qadên jiyanê de bi hevgirtinê birînên xwe bipêçin. Em ê ji nû ve bi hêvî, bi eks û bi têkoşînê zîl bidin. Bi hevkarî û hezkirin. Tevgera Jinên Azad” hat nivîsîn.