Başaran: Bi piştgiriyê em ê hemû pirsgirêkan çareser bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir wê bi saya piştgirî û hevgirtina jinan wê pirsgirêkên li qadên erdhejê çareser bikin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Ayşe Acar Başaran têkildarî pirsgirêkên ku jin li herêmên erdhejê dijîn, li avahiya HDP’a Peyasê ya Amedê daxuyanî da. Başaran, di serî de ji bo malbatên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest. Başaran diyar kir ku bi ser erdhejê re 15 roj derbas bûne û divê vê pêvajoyê de li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran hevalên wan hewl didin birînên mexdûrên erdhejê derman bikin. 

Başaran, da zanîn ku di erdhejê de gelek hevalên wan malbat, xizmên wan jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Hevala me Melîke Alp ku yekemîn rêvebera Komeleya Jinên Welatparêz, yekemîn seroka komîsyona jinan a HADEP’ê û aktîvîsta mafê jinan û mirovan bû jî di erdheja Amedê de jiyana xwe ji dest da. Em ê têkoşîna Melîkeyê tu carî ji bîr nekin. Dîsa Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun ku yek ji pêkhateyên partiya me ye, keça wê Eylem Şafak Aydin û gelek xizmên xwe li Hatayê jiyana xwe ji dest dan. Êşa wan jî êşa me ye.” 

DEWLET NE LI QADA ERDHEJÊ BÛ

Bi domdarî Başaran destnîşan kir ku partiya wan ji saetên destpêkê yên erdhêjê ve çûne herêmên erdhejê û wiha got: “Em di vê pêvajoyê de bûn şahid ku sedema mirinan ne erdhej lê feraseta xwezakuj û kêmasiyên hikûmetê bûn. Li her herêmê gel bi bertek bû û digot; ‘dewlet û îktîdar tune ne.’ Xelkê herêmê li aliyekî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û li aliyê din jî nan û av nebû ku bixwin. Dema em gihiştin herêmê, pirsgirêkên herî mezin, nebûna av, ceyran û xwegermkirinê bûn. Heke tîmên lêgerîn û rizgarkirinê zû bi hawara wan biçûna, wê karesateke ewqas mezin pêk nehata. Lê nekarîn xwe organîze bikin. Partiya me niha li Mereş, Riha, Semsûr, Dîlok û Amedê pêdiviyên mexdûran bi lez û bez çareser dike. Di roja ewil a erdhejê de me li Enqere û Amedê navendên koordînasyona krîzê ava kirin û pêdiviyên gel çareser kirin.”

Di berdewamê de Başaran bi lêv kir ku weke Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo çareserkirina pêdiviyên jinan ên taybet, di nava hewl danan de ne û ev tişt anî ziman: “Îktîdara ku diviyabû di roja ewil de li wir bûya, bi rojan nehat herêmê. Lê belê hewl da alîkariyên me bi darê zorê asteng bike. Çend roj piştî erdhejê hatin, hêzên ewlekariyê li ber navendên me yên alîkariyê kom kirin. Di vê erdhejê de ji her temenî kes birînar bûne. Lê jin ji vê erdhejê gelek bandor bûne. Weke her karesatê, jin di vê karesatê de jî rastî cihêkariyê tên. Nikarin pêdiviyên xwe yên taybet bi cih bînin û jê re qadên taybet nehatine avakirin. Li gorî agahiyên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (NY); li herêma erdhejê herî kêm 214 hezar jinên ducanî hene û ji van jinan herî kêm 23 hezar wê di nava mehekê de biwelidin. Hat zanîn ku gelek nexweşxane hatine hilweşandin û servîsên welidînê jî hatine girtin. Ev jin, terkî qedera xwe hatine kirin.”

HERÎ ZÊDE JIN PIRSGIRÊKAN DIJÎN

Başaran, destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî zêde ku jin li herêmên erdhejê dijîn jî pirsgirêka ewlehiyê ye û wiha derbirî: “Ev yek ji bo jin û zarokan metirsiyeke cidî ye. Ji ber ku piraniya stargehan li cihên vekirî û qerebalix in. Jin dibêjin ku ji tirsan nikarin bi şev rakevin. Ji êrişên zayendî ditirsin. Li konebajaran ne ji bo jinan qadên taybet hene û ne jî pêdiviyên wan ên taybet tên bicihanîn. Bi taybet jî jinên bi tena serê xwe dijîn, zehmetiyên girantir dikişînin. Her wiha jinên penaber neçar dimînin ku bi şev nobetê bigirin. Mixabin metirsiya zewaca di temenê biçûk de jî derdikeve holê. Me heman tişt di karesatên berê de jî tecrûbe kir. Ji ber ku qadên taybet ên zarok û jinan li konbajaran nînin, li dijî îstîsmar û êrişan bêparastin dimînin. Divê neyê jibîrkirin ku parastina jin û zarokan, erka edaletê ye. 

Nihêrtina zarok, nexweş, kal û pîran dîsa dikeve ser milê jinan. Li rexekî bandora erdhejê û li rexa din ev bar, bandoreke giran li ser derûniya jinan çêdike. Em li dijî van pirsgirêkan û ji bo çareserkirina wan, ji roja ewil ve li qadan in. Em baş dizanin ku em dikarin bi rêya piştgiriyê van pirsgirêkan çareser bikin. Her wiha em dikarin hewcehiyên lezgîn ên weke bincil, ped, mecûna diranan, firçeyê diranan, şe û hwd. peyda bikin.” 

BANGA JI BO RÊXISTINÊN JINAN

Başaran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li vir alîkariyên ku ji pêdiviyên herî taybet ên jinan pêk tên kom dikin û derbasî herêmên erdhejê dikin.Em dîsa bang li rêxistinên jinan dikin ku bi erka xwe rabin û li herêmên erdhejê hevgirtina xwe mezintir bikin. Weke Meclisa Jinan a HDP’ê me li gel koordînasyona giştî ya li herêmên erdhejê, hin navendên koordînasyona krîzê yên jinan ava kirin û yên mayî jî temam dikin. TIR’ên me yên mor, bi hevkariya rêxistinên jinan ên Êlih, Cizîr û TJA'yê derketin rê. Dîsa em ê li hemû qadên erdhejê konên mor vedikin da ku pêdiviyên taybet ên jinan bi cih bînin. Em ê bi TIR’ên morpiştevaniyê mezintir bikin û ji van rojên zehmet rizgar bibin. Me heta niha hevdu bi tenê nehiştiye û em ê bi hev re birînên xwe derman bikin. Ji bo tespîtkirina jinên astengdar jî me gelek lêkolîn kirin. Em ê hem ji bo wan û hem jî jinên di erdhejê de seqet bûne hevgirtina xwe mezintir bikin.”

Başaran, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Cihê parastina zarokan saziyên dewletê ye, ne terîqet û cemaet in. Wê komîsyona me ya zarokan vê mijarê ji nêz ve bişopîne. Nabe ku zarok radestî terîqatan bên kirin ku xetereya her cureyên destdirêjiyê li ser heye. 

Li gel vê; divê were zanîn ku em ê ji kesên bûne sedema vê karesatê hesab bipirsin. Em ê hêrsa xwe ya li dijî berpirsyarên vê karesetê veguherînin serhildanê. Hikûmet vê karesatê weke ‘karesata xwezayî’ pênase dike û dibêje ‘qeder e.’ Em baş dizanin ku sedema vê karesatê, siyaseta rantê ya AKP-MHP’ê ye. Beriya erdhejê AKP-MHP'ê efûya îmarê derxist. Vê jî rê li ber mirina deh hezaran kesan vekir. Dixwazin rojevê biguherînin, sûcên xwe veşêrin û xwe ji hesabpirsînê xelas bikin. Lê çi dikin bila bikin dê ji wan hesab were pirsîn û zîhniyeta wan a bi qasî avahiyên wan rizî ye, mehkûmî hilweşînê ye.” 

Daxuyanî bi bersivandina pirsan bi dawî bû.