Hejmara yekemîn a sala nû ya Kovara Silava derket

Hejmara yekemîn a sala nû ya Kovara Silava bi manşeya “Bê Serok Jiyan Nabe” derket.

Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya xebatên xwe de hejmara yekemîn a Kovara Silava bi manşeta “Bê Serok Jiyan Nabe” derxist. Kovara Yekîtiya Jinên Ciwan bi naverokên xwe yên dewlemend, bi Zimanê Kurdî û Erebî xwe digihêjîne xwendevanên xwe.

Di vê hejmarê de qala Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, salvegera şehadeta Şehîd Viyan Soran, Komkujiya Parîsê û têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahî tê kirin, tê kirin.

Kovara Silava, di sala 2014’an de ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatiye derxistin. Kovar mijarên civakî, polîtîk, jinê , analîz, bîranîn, çand û huner û bîrdoziyê dinirxîne.