Şehîd Evîn Goyî û hevreyên wê li Mexmûrê hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê Şehîd Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil yên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

Şêniyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê, Şehîd Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil yên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê di encama êrîşekî de şehîd bûn, bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li Saziya Ciwanan a wargehê bi kombûna xelkê wargehê re bi deqeyek rêzgirtinê di kesayeta her sê şehîdan de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata Şehîd Evîn Goyî birayê wê Îsmaîl Kara axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser rêya şehîdan bimeşin.

Îsmaîl Kara hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got: “Îzahatkirina şehîdan jiyanîkirina wan e. Ji ber ku hem di olî de û hem jî di rêxistinê de tişta ji şehîdan pîroztir nîne. Ji ber wê jî eger mirov bêje em bi şehîdan ve girêdayîne, pêwîste mirov jî bi qasî wan paqij be û şehîdan jiyan bike, eger ne wisa be mirov dê heqaretê li şehîdan bike û bikeve xefletê. Ji bo wê jî heta ku em hebin, em ê xwe deyndarên wan bibînin, em ê wan jiyan bikin û têkoşîna wan bimeşînin. Wek malbata Şehîd Evîn, me zêde pêre jiyan nekir, me tenê zaroktiya wê dît. Hinek taybetmendiyên wê wisa hebûn, mirovekî pir sade bû, dikarîbû hezkirina xwe di dilê mirovan de çêbike. Ez dûbare di kesayeta şehîd Evîn de hemû şehîdên Kurdistanê bi bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Heta em hebin em ê her tim wan di gotin û xeyalên xwe de jiyan bikin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîdên 23’ê Kanûna 2022’an Şehîd Evîn Goyî, Şehîd Mîr Perwer û Şehîd Ebdurrahman Kizil, her wiha li ser şehîdên 9’ê Çileya 2013’an Şehîd Sara, Şehîd Rojbîn hat nîşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.