KBDH'ê deklarasyona 8'ê Adarê weşand

Konseya Giştî ya KBDH'ê ji bo 8'ê Adarê deklarasyonek weşand û ev bang kir: "Em her rojê bikin roja çalakî û seferberiyê."

Konseya Giştî ya KBDH’ê bi wesîleya 8’ê Adarê deklarasyonek weşand. KBDH’ê di deklarasyonê de banga mezinkirina serhildana jinê kir û destnîşan kir ku wê li dijî sîstema mêrserwer “şerek girseyî” bê meşandin.

Deklarasyona KBDH’ê ya 8’ê Adarê wiha ye:

“Di dîroka mirovahiyê de jin bi têkîliya xwe ya bi berhem, wekhevî, xweza û xakê re derketiye pêş. Lê jin ber bi sîstema li ser esasê hişmendiya mêr a mêtingeriyê û koletiyê ve hatiye birin. Jinên berxwedêr ên îtîrazê vê serweriya mêr kirine, hatin kuştin. Em pêşengên şoreşa jinên şoreşger ên cîhanê Clara, Rosa, Krûpskaya, Kollontay, Înessa Armand û gelek jinên pêşeng bi bîr tînin ku bi pirsgirêkên jinên kedkar re eleqedar bûne û çareserî jê re peyda kirine.

Em di şexsê Sakîne, Berçem, Sefagul, Aynûr, Ceren, Sevda, Betul, Lale û Sebahat de ku di dîrokê de rol lîstine, hemû şehîdên xwe yên fedayî yên têkoşîna xwe ya azadiya jinê di şexsê 8’ê Adarê de bi rûmet û dilsoziyê bi bîr tînin.

TEVGERA JINÊ YA CÎHANÎ WÊ DI SEDSALA 21’EMÎN DE DESKETIYÊN MEZIN BI DEST BIXE!

Jinan xwe ji sînîzma mexdûriyetê rizgar kirin û di refên pêş ên têkoşînê de cihê xwe girtine. Ji bo xwe û hemû jinan, di navenda polîtîkayê de rolên girîng lîstine û wê li lîstinê dewam bikin. Li welatên ku krîza ekonomîk lê heye, di çarçoveya başkirina şert û mercên jiyanî û parastina mafên civakî de, têkoşîn tên kirin.

Em wê îradeyê pîroz dikin ku yekemîn Konferansa Jinan a Cîhanê sala 2011’an li Venezûelayê, ya duyem sala 2016’an li Nepalê û ya sêyem jî sala 2022’an li Tûnûsê lidar xist. Em bi coş silav dikin ku konferansa pêncemîn sala 2027’an li xaka şoreşê ya Rojava were kirin. Konferans her pênc sal carekê tê lidarxistin. Em di serî de Tirkiye û Kurdistan bang li hemû jinên cîhanê dikin ku hîn xurtir xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin û biparêzin.

Bêyî şoreşê azadiyek rast ne pêkan e. Lewma em ji bo şoreşa jinê dibêjin, Jin Jiyan Azad! Em jin hemû bi hev re wê cîhanî azad bikin!

WÊ LI DIJÎ MÊTINGERIYA KED Û SERWERIYA MÊR BERXWEDANÊN JINAN ZÊDETIR BIBIN!

Ji komuna Parîsê heta şoreşa Sosyalîst a Cotmehê ya li sala 1917’an a li Rûsyayê, piştî şerê parvekirina Emperyalîst a 2’emîn, ji Emerîkaya Latîn heta Çîn, Vîetnam û Balkanan şoreşên gelan pêk hatin. Di vê pêvajoya şoreşê de dema em li serhildanên gel ên ji Rojhilata Navîn heta Kurdistanê pêş ketine dikin, tevgerên jinan û jinên pêşeng di dîrokê de rolê mûtlaq lîstine.

Bi nêzbûna 8’ê Adara 2023’an em jinên ku bi cesaret û pêşengiya xwe mohra xwe li vê salê xistine, bi coş silav dikin. Ji Bihara 2022’an heta roja me berxwedanên karker-kedkaran bi hemû leza xwe didome. Em weke KBDH’ê li Tirkiye û cîhanê; hemû jinên karkar-kedkar ên di grev û meşan de ji bo mafên xwe bi biryardarî li ber xwe didin, silav dikin. Em li dijî mêtingeriya kedê dibêjin, Jin Jiyan Azadî!

EM DEWLETA FAŞÎST, DI BIN ERDHEJA SERHILDANA JINÊ DE BIÇEWISÎNIN!

Di erdheja ku 6’ê Sibatê li erdnîgariya me qewimî de, berovajî hejmarên fermî zêdeyî du sed hezar kedkarên gelê me jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes birîndar bûn. Desthilatdariya faşîst erdhej veguherand komkujî û qirkirina gel. Ji kêliya destpêkê û vir ve qanûna sansurê ya di meclîsê de derbas kirî, bi awayê herî dijwar pêk anî. Bi îlankirina Rewşa Awarte tarzê derbeya leşkerî, leşker û çeteyên kontrayan xist dewrê û hewl da ku xebatên şoreşgeran a ji bo piştevaniya gel asteng bike û bi rê û rêbazên zoriyê nerazîbûnên gel bi tepisîne.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst di tirse ku bi erdhejê re serhildana gel-jinê pêk were û li ser senaryayoyên cur be cur dixebite ku ji bo hilbijartinên meha Gulana 2023’an taktîkên cuda bike. Ji vê dewletê tiştek nayê hêvîkirin ku erdhej jî weke amûrek a exlaqê xwe yê serweriya mêr a qirêj bi kar anî, zewaca di temenê zarokatiyê de rewa kir, erdhej veguherand qirkirina gel û qadên me yên jiyanî hilweşand. Divê tenê li dijî vê dewletê şer were kirin. 

Gel û jin wê teqez edaletê pêk bîne. Em soz didin gelê xwe yê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ku em ê vê dewleta faşîst a ji xwînê têr nabe, bi çalakiyên şoreşgerî parçe parçe bikin. Em ê serhildanên gel û jinan amade bikin û di bin edaleta bi milyonan kesan de dewleta faşîst a mêrserwer veguherînin enkazê!

EM Ê LI DIJÎ PERGALA SERDEST A MÊR TÊKOŞÎNEK HEVPAR BIDIN

Hişmendiya zayendî ji çarçoveya polîtîkaya bi tenê ya bedena jinê derbas bûye. Dijberiyeke qismî û seranser ya li hemberî pergala serdest a mêr, kêrî me nayê. Saziyên aborî, siyasî û leşkerî yên kapîtalîzmê, ji malbatê heta artêşê, ji dibistanê heta kargehê jî bingehên sereke yên serdestiya mêr in. Dema mijar dibe yekîtî, asta milîtanî, dewamî û rêveçûna pêşvebirinê ya vê têkoşînê, girîng e li dijî serdestiya mêr rêveçûna hişmendiya zayendî bilind bike û yekîtiya rê ve bibe.

Dewleta zilamsalar, baviksalar, kapîtalîst, mêtinger û hemû saziyên wê yên qanûndanîn, rêveberî û dadwerî her tim di nava agirê êrîşa li ser jina pêşeng de ne. Rejîma qesrê piraniya qadên jinan ên heyî desteser kir û gelek êrîş li ser rêveberên jin ên siyasî pêk anî.

Êrîşa exlaqî û çandî, tirsandin û teslîm girtin û siyaseta bêdengkirinê taybetmendiyên wê yên herî bingehîn in. Polîtîkayên neolîberal û rêbazên şerê taybet ên li hemberî civak û jinan bi gelek awayan tên meşandin. Peymana Stenbolê bi fermana dîktatorê faşîst Erdogan hat betalkirin. Bi zagonên xwe di her warê civakê de êrîşê daxwaza azadiya jinê tê kirin.

Bi armanca pêşxistina têkoşîna siyasî û leşkerî ya li dijî hemû saziyên madî yên serdestiya mêr, Jin Jiyan Azadî li dijî şîdeta mêr/dewletê! Em dibêjin werin em bi vê nêrînê pêkhateyên têkoşîna azadiya jinê bikin yek.

LI DIJÎ ŞERÊ QIRÊJ Ê LI KURDISTANÊ DEWAM DIKE, EM Ê TEVGERA JINÊ YA LI TIRKIYEYÊ MEZIN BIKIN!

Dewleta Tirk a faşîst bi desteka NATO’yê dixwaze tevgera jinê di warê siyasî û leşkerî de tine bike. Jinên şoreşger, sosyalîst û welatparêz ên ku bi hişmendiya siyasî bersiv dan êrîşan û li dijî mêtingerî, dagirkerî, înkar û asîmîlasyonê têkoşînek mezin dan; baweriya jinên kedkar ên hemû netewan û gelê me qezenc kiriye. Berxwedana gel a bi rêxistin û çekdarî ku bi dehan sal in didome, di dil û mejiyê hemû jinên kedkar û bindestan de şopeke kûr hiştiye. Îspat kiriye ku îradeya bi armanc, bi biryar û rêxistinbûyî têk naçe û li ber xwe dide.

Di vir de rola sereke dikeve ser milê çîna karker, kedkar û tevgera azadiya jinê ya li Tirkiyeyê. Li dijî dewleta ku herî hovane faşîzm û şîdeta mêr li ser jinên Kurd dike; Pêwîst e gelên Tirkiyeyê, bi taybetî jinên kedkar ên Tirk ên ji neteweya bindest, çalakiyên şoreşgerî pêk bînin. Girêdana herî bingehîn a têkoşîna azadiya zayendî, hêza jina kedkar a Tirk e ku azadiya jina Kurd bi azadiya xwe re bike yek.

BIJÎ ŞOREŞA JINÊ YA LI ROJAVA!

Êrîşên ji bo tasfiyekirina destkeftiyên me yên li dijî Şoreşa Jinê ya li Rojava di meriyetê de ne. Divê em vê weke destkeftiyên jinan ên gerdûnî yên sedsala 21’an bibînin û di parastina Sîstema Rêveberiya Xweser de zêdetir rol bigrin. Mafên bihêz ên neyên parastin, mehkûmî windakirinê ne. Destkeftiyên jinan ên şoreşê ger li Rojava û di asta cîhanê de bi xurtî neyên parastin, di bin xeteriya windakirinê de ne. Divê em dirûşmeya ‘Em ê bi têkoşîna jinan a yekbûyî bi ser bikevin!’ esas bigirin û li dora şoreşa jinan a Rojava hevgirtineke xurt ava bikin.

8'Ê ADARÊ; BANGA HER ROJ VEGUHERÎNIN SEFERBERIYA ÇALAKÎ Û RÊXISTINBÛYÎNÊ

Komîsyon, meclîs, kom, komîte, yekîne û hwd... Em çi dibêjin bila bêjin, em rêxistinbûyina jinê di nava karên xwe de pêşî bi rêbazên herî guncaw deynin. Werin em nekevin xemsariya ragihandina bi rêya medyayê civakî. Kargeh, dibistan, mal, wesayit, park, kolan, meydan û taxên tije jin li benda me ne. Werin em têkiliya yek bi yek bi jinan re xurt bikin. Divê her hevrêyekî jin di mijara diyaloga bi bandor û ajîtasyon-propagandaya naverok de pêşengiyê bike û xwe bigihîne vê astê.

Mafê me yê herî rewa ye ku em bi avakirina milîsên bi lehengên jin û nasnameyên zayendî yên bindest bersivê bidin êrîşan. Hiqûqa burjuwazî ne sînorê me ye. Em ne mehkûmî qanûnên wan in. Em teslîmî malên kaxezî û jiyana kozmetîkî nabin. Wêranî û komkujiya mezin a bi erdhejê re derket holê, karê dîktatoriya bûrjûwazî, faşîst a AKP-MHP’ê ye. Em ê tu carî nebêjin 'qeder' û stûyê xwe xwar nekin. Em ê rêxistinbûn û çalakiya xwe li her derê berfireh bikin.

Em hêz û derfetê bidin têkoşîna çekdarî ya jinan. Em nikarin bi destan li dijî ked û îstîsmara fizîkî ya baviksalarî têbikoşin. Dibe ku em hinekî bikaribin xwe biparêzin. Lê ewqas e. Jixwe me sînorê razîbûnê derbas kiriye. Em li dijî serdestiya mêr a roja me ya îro û siberoja me serî hildin û em rahêjin çekê! Werin em rastî û germahiya berxwedana çekdarî ya girseyên jinan fêm bikin û tevlîbûna jinan a di nava refên gerîla û milîsan de bi rêxistin bikin.

Zirar dayîna jinên ku bedewiyên berxwedanê ne, sedema me ya şer e. Me jinên ku di serhildana jinên Rojhilat û Îranê de şehîd ketin û di encama şîdeta mêr/dewletê de hatin girtin û cezayê darvekirinê li wan hat birîn ji bîr nekir. Me jinên ku di şoreşa Rojava de rastî êrîşên leşkerên Tirk hatine ji bîr nekir. Me nemirên ku li çiyayên azad berxwedanek bêhempa nîşan didin, ji bîr nekir. Me jinên ku her roj rastî êrîşên zayendî tên û tên qirkirin ji bîr nekir! Û em ê ji bîr nekin. Weke KBDH’ê em careke din soza bilindkirina têkoşîna leşkerî ya siyasî didin.

Hevrê û Xwişkên Me; Werin em li ber xwe bidin û ji vê pergala qirker hesab bipirsin.

BIJÎ 8’Ê ADARÊ!
Li dijî tundiya dewleta mêr û kedxwarinê, Jin, Jiyan, Azadî!
Ji bo şoreşa jinê, Jin, Jiyan, Azadî!"