Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Îranê destdirêjî li 4 jinan hate kirin

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir hêj didome. Li gorî agahiyan, hêzên îstîxbarata Îranê yên li Zahîdanê dest dirêjî 4 jinan kirine.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir di meha xwe ya 6’emîn de bênavber berdewam dike. Serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan didome, di heman demê de jin bi her cûre êrîşan re rûbûrû dimînin. Hat zanîn ku hêzên îstîxbaratê li Zahîdanê dest dirêjî 4 jinan kirin ku tevlî çalakiyan bûn.

3 ji wan jinên ku beşdarî çalakiya Îna bixwîn bûn li Kolana Zanîngeha Zahîdanê hatibûn destgîrkirin.