KBDH: Hêrsa me divê li hemberî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya kujerê gelan be

KBDH'ê têkildarî erdhejê daxuyanî da û got, "Em berê hêrsa xwe bidin desthilatdarî û dewleta faşîst-bûrjûva ku gelan qetil dike." KBDH'ê girîngiya piştevaniyê destnîşan kir.

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (KBDH) daxuyaniyek weşand û got, "Di 6'ê Sibatê de li Mereşê du erdhejên mezin rû dan. Erdhejê karakterê dijminê mirovahiyê yê sîstema kapîtalîst bi şênberî raxist pêş çavan. Bi sed hezaran mirov di binê kavilan de man, bi deh hezara mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan mirov bê cih û war man û di nava şert û mercên zivistanê de zor û zehmetiyan dikişînin. Berpirsyarê vê yekê dewleta faşîst e, ne erdhej e".

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tirsa desthilatdariya faşîst ew e ku erdhejê di heman demê de di hişê girseyan de hejandinek pêk aniye û hate gotin, "Hêzên demokratîk-şoreşger bi tevnên piştevaniyê refleksên gel ên nêzîkatiya hevpar û pêçandina birînên xwe bi rêxistin dikin. Li gel karên lêgerîn û rizgarkirinê yên li qada erdhejê her wiha organîzasyoneke welê ava kirin ku bersivê didin pêwîstiyên jiyanî yên gelan. Bi têgihiştina hesabpirsînê dest bi birêxistinkirina girseyan kirin. Em hîn di destpêkê de ne. Lê belê ji bo avakirina civakîbûneke nû gavên destpêkê hatine avêtin. Yekane tirsa desthilatdariya faşîst ew e ku mexdûrên erdhejê rêxistiniya xwe ava bikin, jiyana xwe bi hev re ava bikin, çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Ji bo dewleta faşîst-bûrjûva gefa herÎ mezin ev e. Lewma desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê rewşa awarte ragihand.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze vê civakîbûnê birizîne, hêrsa li hemberî dewletê ber bi cihekî şaş ve biherikîne û berpirsyariya xwe ya di erdhejê de binixumîne. Armanca sereke ya ragihandina rewşa awarte bi vî rengî ye."

Konseya Giştî ya KBDH'ê destnîşan kir ku desthilatdarî wê zû bi zû nikaribe vê hêrsê ji rêya xwe şaş bike û got, "Kes wê dest ji hesabpirsîna mirina ewqas mirovan, mayina li binê enqazan bernede."

Di daxuyaniyê de ji bo bersiv ji pêwîstiyên gel ê li herêma erdhejê bê dayin işaret bi girîngiya xweparastinê hate kirin û hate gotin, "Di bin navê talan tê kirin, hêzên paramîlîter, hêzên faşîst-paşverû û hêzên çekdar ên dewletê terorê dikin. Em rê nedin ku berê hêrsê bidin koçberan. Em berê hêrsê bidin cihê rast, li hemberî desthilatdarî û dewleta faşîst-bûrjûva bi hêrs bibin ku gelan qetil dike."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê vê biharê bikin zivistana desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê" û destnîşan kir ku ji bo hilweşandina sîstema kapîtalîst a patriyarkal wê têkoşînê mezin bikin.