BI DÎMEN

Kurdistaniyan çelenga reş danîn li ber Konsolosxaneya Fransayê

Kurdistaniyan bi boneya şermezarkirina Komkujiya Parisê, çelenga reş danîn li ber Konsolxaneya Fransa ya Bernê.

Meclîsa Jinên Kurd a Berjîn Zenda bi boneya salvegera qetilkirina Endama Konseya Rêveber a KCKê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku 23’ê Kanûna 2022’an li paytexta Fransa Parisê hatin qetilkirin, li ber Konsolxaneya Fransa ya Bernê çalakiya protestoyî li dar xist. Bi sedan Kurdistanî li ber konsolxaneyê hatin ba hev, wêneyên şehîdên Parisê û Rêber Apo hildan.

Kurdistaniyan li ber konsolxaneyê daxuyanî da û çelenga reş danîn li ber konsolxaneyê. Daxuyanî li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Hediye Mûnzûr xwend. Hediye Mûnzûr anî ziman ku soza wan ew e ku wê têkoşîna jinê geştir bikin û got: “Komkujiya Yekemîn a Parisê 12 sal berê yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin; Komkujiya Duyemîn a Parîsê jî 2 sal berê Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil li heman bajarî hatin qetilkirin. Em wan bi hezkirin, rêz û minetdarî bi bîr tînin. Ev cînayetên li navenda Ewropayê dibe ku di bin çavdêriya servîsên veşartî yên herêmî de pêk hatî be.

Pirsîna hesabên komkujiyên Parisê, parastina Rojava ye. Em soza xwe ya geşkirina şoreşa jinê nû dikin. Wê sedsala 21’an bibe sedsala jina azad û civaka azad.”

Apê Şehîd Evîn Goyî, Salih Kara ku beşdarî bîranînê bû axaftinek kurt kir. Salih Kara diyar kir ku Evîn ne tenê şehîda malbatê ye, şehîda tevahî gelê Kurd e û got ku çi erk bikeve ser milên wan ew ê pêk bînin.

Piştre li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Berjîn Zenda Gulistan Sadûn axaftinek kir. Gulistan Sadûn bal kişand bi ser jiyana Sakîne Cansiz û got: “Em hemû jiyana heval Sara dizanin. Ew yek ji pêşengên pêşîn bû. Di têkoşîna me de cihê wê pir cuda ye. Li girtîgehê li ber xwe da, derket û serî netewand. Hem li Kurdistanê hem jî li Ewropayê têkoşiya. Di pêşxistina têkoşîna jinê de kedeke mezin da. Heval Evîn jî şagirtê wê bû. Ji bo şoreşa jinên Rojava têkoşîneke bê hempa da û birîndar bû. Erka me ye ku em destketiyên di berdêla canê Êvînê de hatine bidestxistin biparêzin. Li dijî komkujiyên li ser jinan em ê dengê xwe bilind bikin.”

Piştî axaftinan Kurdistaniyan demekê bi dirûşmeyan wêneyên şoreşgerên li Parisê hatin qetilkirin hildan û çelengareş a bi nivîsa “Kujer diyar in! Çima Fransa bêdeng e?” danîn ber Konsolxaneya Fransa ya li Bernê.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Sara, Rojbîn, Ronahî; Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.