ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Rojnamevanan nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dan û gotin, têkoşîna çapemeniya azad wê dewam bike.

Nazim û Cîhan mîrateyek ji mirovahiyê re hiştin. Hîn kirin bê têkoşîna ji bo heqîqetê, bilêvkirina rastiyê bi wêrekî tê çi wateyê. Niha wê di hevokên li pey xwe de hiştine bêne bîranîn. Nivîsa Erdogan Altan.

Nûnerê Herêma Amedê ya DÎSK Basin-Îşê Hakki Boltan anî ziman ku êrîşa li dijî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi zanebûn hate kirin, ev yek sûcekî mezin e û divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Nivîskarê lêkolîner ê ji Başûrê Kurdistanê Ferset Doskî got, desthilatdariya Tirk ne tenê dijminê partî û rêxistinên Kurdan e, ew dijminê hebûna Kurdan e.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi daxuyaniyekê Cejna Noelê ya gelên Xiristiyan pîroz kir.