‘Em xwîna xwe jî bidin, em ê dest ji Şengalê bernedin’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û dayikên şehîdan li ser êrîşên dawîn ên li Şengalê, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku berdêla wê çi dibe bila bibe, ew ê dest ji Şengalê bernedin.

Li Şengalê îro dîsa di seatên nîvroyê de dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşeke hewayî pêk anî û li wesayîteke asayîşa Êzidxanê da. Di encama êrîşê de ji rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo şehîd bû. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê têkildarî vê êrîşê û êrîşa di 27’ê Sibatê ku di encamê wê de fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Jinan a komalgeha Xanesorê hat dayîn. Di destpêka daxuyaniyê de Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Meyan Nasir axivî. Meyan Nasir di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest, bêhelwestiya hikumeta Iraqê şermezar kir û wiha got: “Ti helwestek Iraqê nîn e. Lê em ti car li hêviya ti kesî namînin. Bila Erdogan û yên ku piştgirî didin wî baş bizanibin ku em xwîna zarokên xwe ji wan re nahêlin. Em bê bersiv namînin. Em ê tola şehîdên xwe rakin. Çiqas êrîş li ser me pêk bên jî em ser û malên xwe jî bidin em terka ola xwe û terka axa xwe nakin. Yên ku terka axa xwe dikin olek wan nîn e. Yên terka axa xwe bikin şeref û namûsa wan tune ye. Hikumeta Iraqê radibe dibêje Şengal beşeke ji Iraqê ye. Ka ger rast dibêje çima li hemberî êrîşên li ser Şengalê bêdeng e? Em wek dayik em ê bi zarokên xwe re çekê hilbigirin û parastina Şengala xwe bikin. Ger em canê xwe jî bidin, em terka doza xwe û axa xwe nakin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Kinê Xidir jî axivî. Dayê Kinê wiha got: “Em civakekî ku bi 74 fermanan heta roja îro hatiye, bi şehîdên xwe ve bi hêz dibe, serbilind dibin. Dijmin ji bo çavên me bitirsîne êrîşê Şengal dike. Lê em tu carî natirsin û terka Şengalê nakin Ger yek Êzidiyek mabe em terka Şengalê nakin. Bêrîvanên me, Egîdên me, Pelşînên me, Saîdên me hene. Yên ku çeka Dijwar, çeka Pîr Çeko, Agir rakin hene. Bila dijmin vê yekê bizanibe. Ger hemû dinya bibe yek û êrîşê çiyayên Şengalê bike jî em Şengalê terk nakin. Em bang li hemû civaka Êzidî dikin îro roja xîretê ye. Ev şehîd ne tenê yên malbata xwe ne, hemû zarokên me ne. Îro carek dîsa êrîşê Şengalê kirin. Rast e em bi derbên wan diêşin lê em natirsin û em ê her tim li ber xwe bidin. Hol hola Tawisê Melek e hol hola Tawisê Melek e.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Şehîd Namirin” û  “Bijî Berxwedana Şengalê” bi dawî bû.