JIN
Hemû Nûçe
-
Weşana malpera JINHA careke din hat astengkirin
Weşana malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) cara sêyemîn ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê ve hat astengkirin. -
Kemalbay: Bi budçeya şer re çend xweytîxane, çend kreş dikarin bên vekirin!
Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku desthilatdariyê budçeyek ji 1 mîlyar Euroyî, ji şerê piştî 7'ê Hezîranê daye destpêkirin re veqetandiye û got, "Bi vê budçeyê re gelek tişt dikarîbû ji bo civakê werin kirin." -
Li Munchen, Bruksel û Baselê çalakiyên edaletê
Li bajarê Elmanya Munchen, li bajarê Belçîka Brukselê û li bajarê Swîsre Baselê, çalakiyên ji bo edaletê hatin lidarxistin. -
TJK-E: Wext e ku jin bi HDP’ê re bin
TJK-E, di daxuyaniya xwe ya têkildarî 1’ê Mijdarê de got: "Her jina rêxistinkirî û ne rêxistinkirî pêwîst e teqez rol bilîze û di van 4 rojên dawî de bi seferbertî bi rojeva hilbijartinê xebatan bimeşînin.” -
KJK: 1'ê Mijdarê wê roja rizgariya ji dîktatoriya AKP-Erdogan be
Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku çeteya AKP-Erdogan ji bo rejîma xwe ya xwînrij a faşîzan biparêze serî li her şêwe hovîtiyê dide û got, "Serketina hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê bibe roja rizgariya ji dîktatoriya AKP-Erdogan." -
Li taxên Stockholmê dirûşmên 'Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP'
Beriya deng dengdayîna 24-25'ê Cotmehê ya li Swêdê, jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî her roj li taxeke derveyî bajêr, xebatên hilbijartinê dimeşînin. -
Li Başûrê Kurdistan li dijî şîdetê Desteya Însiyatîfa jinan hat avakirin
Rêxistinên jinan li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser rewşa aloziya li Herêma Kurdistanê û şîdeta li hember jinan. -
Nûnerên Tevgera Jinê ya Kurd li Arjantînê tevlî kombûna jinan bûn
Kombûna jinan ku her sal li bajarekî tê lidarxistin û îsal cara 30. pêk tê, li Mar del Plata hat lidarxistin. -
Jinên cîhanê, li Lîzbonê têkildarî jin û şer axivîn
Aktîvîteyên Meşa Jinên Cîhanê li Lîzbonê didome. Di aktîvîteyan de behsa têkoşîna tevgera jinên Kurd jî hat kirin û bal kişandin ser rola Ocalan. -
Jinan li Kolnê gotin; aştî
Li Kolnê, komek ji jinan bi armanca şermezarkirina êrîşên li Kurdistan û Enqereyê xavika spî dan serê xwe û li Meydana Domê qîrîna aştiyê bilind kirin. -
Jinên Sosyalîst komkujiya Enqereyê li Brukselê şermezar kirin
Yekîtiya Jinên Sosyalîst, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Enqereyê û bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, çalakiyek lidar xist. -
KJA: Jinên Kurd serî netewand, wê netewînin!
Kongreya Jinên Azad (KJA) der barê konsepta şer a AKP'ê û berxwedana gelan de daxuyaniyek da. -
Hilbijêrên li Bonnê wê bi konvoyan biçin ser sindoqan
Dengdayîna hilbijêrên HDP'yî yên li Ewropayê dijîn dewam dike. Mîna li gelek navendên Ewropayê, li bajarê Bonnê jî wê hilbijêr bi konvoyan biçin ser sindoqan. -
Meclîsa Azadiyê ya Jinan: Aştî civakî nebe, nepêkan e rasteqîn be
Meclîsa Azadiyê ya Jinê bal kişand ser komkujiya li Enqereyê û diyar kir ku têkoşîna aştiyê wê were xurtkirin. -
Aktîvîstên jin: KCK'ê daxwaza aştiyê ya gelan bihîst
Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê, di 10'ê Cotmehê de bi komkujiya li Enqereyê bersiva xwe ji Qesrê dît. Tevî komkujiya Enqereyê, li Kerboran û Sûrê rewşa awarte û êrîşan dewam kirin, şehîdgeh hatin bombekirin. -
Li Stockholmê jinan lez dan xebatên hilbijartinê
Jinên endamên Meclîsa Jinên Kurd a Amara, ji bo dengdayîna di 24-25'ê Cotmehê de li Stockholmê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê were kirin, lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. -
'Divê jin pêşengiyê ji hilbijartinan re bikin'
Koordînasyona HDP'ê ya Kolnê bang li hilbijêran kir , ku bêyî li benda sibe bimîne, tavilê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. -
Li Katalonyayê konferansên li ser Kurdistanê tên lidardixistin
Saziyên jinên Kurd ên li Ewropayê, xebatên xwe yên dîplomasiyê yên navneteweyî, bi tempoyeke xurt dimeşînin. -
Di Îdeolojiya Rizgariya Jinê de perwerde û akademî
Endama Meclîsa PAJK’ê Zelal Edessa der barê avakirina civaka demokratîk girîngiya perwerde-akademi û pêşengiya PAJK’ê de nirxandin kir. -
Jinên li Meckenheîmê dengê xwe bi kar anîn
Jinên HDP'yî, ji Meckenheîmê çûn Kolnê û dengê xwe bi kar anîn. -
UTAMARA penaberên Rojavayî kir mêvanê xwe
Jin, mêr, zarok koma ji 25 kesan, tevahiya rojê li UTAMARA ma û hewl dan zor, zehmetî û stresa rojên li kampê ji xwe xwe biavêjin. -
CENÎ: Têkoşîna gelan wê pergala faşîst a AKP hilweşîne!
Nûnertiya Tevgera Jina Kurd û CENÎ, komkujiya li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê şermezar kir û destnîşan kir, ku têkoşîna gelan wê pergala faşîst a AKP'ê hilweşîne. -
Weşana malpera JINHA cara duyemîn hat astengkirin
TÎB'ê cara duyemîn weşana malpera JINHA asteng kir. -
Yuksekdag: Biryardariya jinê wê şoreşê pêk bîne
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag li Stenbolê bi nûnerên rêxistinên jinan re civiya û got, "Bi biryardariya bi mîlyonan jinan re me ê şoreşê pêk bînin. Em ê şoreşa jinê pêk bînin." -
KJK: Komplo bi giranî hatiye pûçkirin, têkoşîna me rêya gelan ronî dike
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), der barê 18. salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.