BI DÎMEN

Kemalbay: Bi budçeya şer re çend xweytîxane, çend kreş dikarin bên vekirin!

Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku desthilatdariyê budçeyek ji 1 mîlyar Euroyî, ji şerê piştî 7'ê Hezîranê daye destpêkirin re veqetandiye û got, "Bi vê budçeyê re gelek tişt dikarîbû ji bo civakê werin kirin."

Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku desthilatdariyê budçeyek ji 1 mîlyar Euroyî, ji şerê piştî 7'ê Hezîranê daye destpêkirin re veqetandiye û got, "Bi vê budçeyê re gelek tişt dikarîbû ji bo civakê werin kirin."

Namzeta HDP'ê ya Parlamenteriyê ya Herêma 1. a Stenbolê Serpîl Kemalbay, bi salane ji bo jinên karkerên malê bi keda xwe bên dîtin, têdikoş e. Kemalbay ku demekê ji Sendîkaya Îmece Ev Îşçîlerî re serokatî kir, ji ANF'ê re axivî.

Kemalbay da xuyakirin, ku jin her çend barê herî mezin ê jiyanê hildigirin jî, keda wan a li nava malê yan jî li derveyî malê nayê dîtin û got, "Dema me keda jinan a nayê dîtin hiştin ku bê dîtin, hingî wê gelek pirsgirêkên nava civakê yên mîna newekhevî, xizanî û şîdeta li hemberî jinê ji holê rabin."

ME GUHERÎN JI XWE DAN DESTPÊKIRIN

Kemalbay ji bo cîhanek li ser bingeha mafên wekhev ên jin û mêr were avakirin, bal kişand ser girîngiya dîtina keda jinê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em gelekî girîng dibînin ku jin rêxstinên xwe biafirînin û bi awayekî wekhev tevlî siyaset û her qada jiyanê bibin. Sîstema kapîtalîst a bi serweriya mêr, rêveçûna polîtîkayê destnîşan dike û di nava van polîtîkayan de jin cih nagirin. Pêwîst beriya her tiştî destwerdanek li vir bê kirin. Me ewilî ji xwe dan destpêkirin. Di nava HDP'ê de jin, bi awayekî wekhev tevlî pêvajoyên biryardayînê yên siyasetê dibin. Bi awayekî wekhev xwedî mafê temsîlê ye. Em guherînê ji xwe didin destpêkirin û dixwazin vê guherînê li her aliyên civakê belav bikin."

CEMAWERÎKIRINA XIZMETÊN LÊNÊRÎN Û XWEDÎKIRINÊ

Namzeta HDP'ê ya Parlamenteriyê Serpîl Kemalbay, ji bo dîtina keda jinê, kar û barên divê werin kirin bi vî rengî anî ser ziman: "Beriya her tiştî divê xizmetên lênêrîn û xwedîkirinê cemawerî bibin. Ya duyemîn; pêwîste kreşên 7/24'an bi awayekî bêpere bixebitin, werin vekirin. Sererastkirina perwerdeya zarokan bi awayekî cemawerî, wê barê li ser milê jinê gelekî sivik bike û jin wê hinekî din azad bibe. Wê ji nû ve bê vegotin ku ev kar ne tenê karê jinan e, yê tevahiya civakê ye, wezîfeyeke hem ya mêran hem jî ya jinan e. Ev yek, ji bo şikandina têkiliyên zayendîperestiya civakî di mejiyê nifşan de û rûniştandina têkiliyên wekhev, gelekî girîng e."

Kemalbayanî ziman ku divê li ser bingeha rêxistinbûyîna jinê, çareseriya pirsgirêkan were gerîn û diyar kir ku yek ji pirsgirêkên sereke yên jinan ên li benda çareseriyê ne, pirsgirêka bêkarî û xizanî ye. Kemalbay da xuyakirin, ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan jî, girîng e budçeyek bersivê dide pêwîstiyên jinan, bê amadekirin."

Kemalbay da zanîn, ku desthilatdariyê budçeyek ji 1 mîlyar Euroyî ji şerê piştî 7'ê Hezîranê daye destpêkirin re veqetandiye û got, "Bi vê budçeyê re gelek tişt dikarîbû ji bo civakê werin kirin. Gelek çend heb xweytîxane, çend kreş dikarin bên vekirinç Çiqas qadên kar dikarin bên afirandin. Em dikarin çavkaniyên civakê, budçeya welêt, ji bo pêwîstiyên civakê bi kar bînin."

KEDA ME GELEKÎ HÊJA YE, EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN

Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê ya Stenbolê Serpîl Kemalbay destnîşan kir, ku divê jin xwedî li keda xwe derkevin û got, "Weke jin, keda me gelekî hêja ye. Ji ber vê yekê em dixwazin xwedî li keda xwe derkevin. Ji bo vê, piştgirî gelekî girîng e. Pêwîste em jiyanê ber bi aliyê jinan ve biguherînin û şoreşeke jinê pêk bînin. Ji bo vê jî divê em xwe bi rêxistin bikin, piştgiriyê bidin hev û têkoşîneke hevpar bimeşînin. Weke HDP, ji bo jin di nava jiyana civakî de bi awayekî wekhev û azad cih bigirin, em ê bernameya xwe ya xwe dispêre piştgirî, rêxistinbûyî û têkoşînê, bixin meriyetê."