Hilbijêrên li Bonnê wê bi konvoyan biçin ser sindoqan
Dengdayîna hilbijêrên HDP'yî yên li Ewropayê dijîn dewam dike. Mîna li gelek navendên Ewropayê, li bajarê Bonnê jî wê hilbijêr bi konvoyan biçin ser sindoqan.

Meclîsa Jinê ya Sara, ku bi berfirehî xebatên ji bo hilbijartinê dimeşîne, ji bo hilbijêrên li Bonn û bajarên derdorê bibe ser sindoqan, konvoyan amade dike.
Berdevka Meclîsa Jinê ya Sara daxuyaniyek da û got, "Dengdayîna gelê me yê li Ewropayê dijî, di 8'ê Cotmehê de destpê kir. Dema dawî jî 25'ê Cotmehê ye. Bila gelê me ji bo dengdayînê li benda roja dawî nemîne. Mirovên me yên hînê dengê xwe bi kar neanîne, girîng e di vî warî de bilezîne. Li welêt, komkujî li gelê me tê kirin. Li Enqereyê bi sedan canên me qetil kirin, hînê bi sedan birîndarên me hene ku rewşa wan giran e.
Beriya Enqereyê li Pirsûs, Cizîr, Farqîn, Silopiya, Gever, Gimgim, Şirnex, Lice û Sûrê komkujî kirin. Em dikarin bi hilbijartinên 1'ê Mijdarê re hesabê van bipirsin û pêşî li komkujiyên gengaz bigirin. Ji ber vê yekê divê dengekî bi tenê jî vala neçe. Bi bikaranîna dengê xwe re divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne."
Plana konvoyên hilbijêrên li Bonn û derdora wê bi vî rengî ye:
18'Ê COTMEHÊ, YEKŞEM
Bonn: Saet 12:00
Cihê kombûnê: Pêşiya Navenda Civaka Demokratîk
Euskirchen: Saet navbera 10:00 û 11:00
Cihê kombûnê: Pêşiya Haûptbahnhof a Euskirchen'ê
Koblenz: Saet 09:00
Cihê kombûnê: Montabaur ICE Bahnhof
Troîsdorf: Saet 12:00
Cihê kombûnê: Pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Troîsdorfê
Li Meckenheim'ê wê her roj hilbijêran bibin ser sindoqan.