UTAMARA penaberên Rojavayî kir mêvanê xwe

Jin, mêr, zarok koma ji 25 kesan, tevahiya rojê li UTAMARA ma û hewl dan zor, zehmetî û stresa rojên li kampê ji xwe xwe biavêjin.

Navenda Jinê UTAMARA, komek ji Rojavayiyan kir mêvanê xwe. Malbatên Rojavayî yên piştî rêwîtiyeke bi mehan xwe li Elmanyayê girtin û li kampeke li Koblenzê dimînin, di 10'ê Cotmehê roja Şemiyê de li UTAMARA bûn. Jin, mêr, zarok koma ji 25 kesan, tevahiya rojê li UTAMARA ma û hewl dan zor, zehmetî û stresa rojên li kampê ji xwe xwe biavêjin.

Rayedarên UTAMARA der barê pirsgirêkên gengaz ên ku penaber dikarin lê rast werin de agahî dan û rê û rêbazên çareseriya wan nîşan dan.