Li Stockholmê jinan lez dan xebatên hilbijartinê
Jinên endamên Meclîsa Jinên Kurd a Amara, ji bo dengdayîna di 24-25'ê Cotmehê de li Stockholmê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê were kirin, lez da xebatên xwe yên hilbijartinê.

Jin ji roja Duşemê ve li taxên ku hejmareke zêde ya şêniyên Kurdistanî û Tirkiyeyî lê dijîn standan vedikin, belavokan belav dikin û bang li hilbijêran dikin ku dengê xwe bidin HDP'ê.
Jinên ku pêr li taxa Rînkbeyê stand vekirin, duh li taxa Kîsta stand vekirin. Jinan ji aliyekî ve belavok belav kirin, ji aliyê din ve jî axaftinên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bi rêya hoparloran ji gel re ragihandin. Di heman demê de li ber stranên HDP'ê govend gerandin.
Ji jinê çalakger Îmran Karaer anî ziman ku li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, eleqe zêdetir e û got, "Piştî hilbijartinên Hezîranê, bi îlana şer û komkujiya li Enqereyê re gel rûyê rast ê AKP û Erdogan dît. Di hilbijartinên bihurî de HDP li Swêdê bû partiya yekemîn. Di van hilbijartinan de jî wê dengekî zêde werbigire û bibe partiya yekemîn."
Jin wê îro li taxa Hûsby û sibe êvarê saet di 17:00 de jî li taxa Sollentûna standê vekin.