Jinan li Kolnê gotin; aştî
Li Kolnê, komek ji jinan bi armanca şermezarkirina êrîşên li Kurdistan û Enqereyê xavika spî dan serê xwe û li Meydana Domê qîrîna aştiyê bilind kirin.
Li Kolnê, komek ji jinan bi armanca şermezarkirina êrîşên li Kurdistan û Enqereyê xavika spî dan serê xwe û li Meydana Domê qîrîna aştiyê bilind kirin.
Li Kolnê, komek ji jinan bi armanca şermezarkirina êrîşên li Kurdistan û Enqereyê xavika spî dan serê xwe û li Meydana Domê qîrîna aştiyê bilind kirin. Jinên ku tevî baranê jî çalakiya xwe dewam kirin gotin, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe emê her tim aştiyê biqîrin."
Jinên Kurd ên bi rojane li ser piyan e, duh êvarê jî daketin qadan û êrîşa li Enqereyê şermezar kirin. Di çalakiya li ber Dêra Domê de ji bo mirovên jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.
'EM Ê TI CARÎ JI AŞTIYÊ VENEGERIN'
Di axaftinên li çalakiyê de hat gotin, "Weke jinên li Kolnê dijîn, ziman, al û nêrînên me çi dibin bila bibin, em daxwaza aştî û bêdenbûna çekan dikin. Divê her kes zanibe ku em ê ti carî ji aştiyê venegerin. Em ê rê nedin şerxwazan."
Jinan di çalakiyê de xavika spî dan serê xwe û peyama aştiyê dan.