KJK: 1'ê Mijdarê wê roja rizgariya ji dîktatoriya AKP-Erdogan be

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku çeteya AKP-Erdogan ji bo rejîma xwe ya xwînrij a faşîzan biparêze serî li her şêwe hovîtiyê dide û got, "Serketina hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê bibe roja rizgariya ji dîktatoriya AKP-Erdogan."

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku çeteya AKP-Erdogan a nikare xwe li ti cihêrengî û mûxalefetê rabigire, ji bo rejîma xwe ya xwînrij a faşîzan biparêze serî li her şêwe hovîtiyê dide û got, "Serketina hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê bibe roja rizgariya ji dîktatoriya AKP-Erdogan."

Koordînasyona KJK'ê got, "Çeteya AKP-Erdogan a ku ji nava hemû desthilatdariyan a herî hay ji xwe nîne, herî gemarî, hov û qetlîamker e, di 13 salên desthilatdariya xwe ya dîkta de, li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê herî mezin ê mirovahiyê kiriye û hînê jî vî sûcî dike."

KJK'ê diyar kir ku HDP a bi projeya jiyana nû re di nava gel, bawerî, jin û ciwananên li Tirkiyeyê de rê li ber hêvî û kelecaneke mezin vekir, weke mûştekarê rejîma komara demokratîk a nû, ketiye rojeva gelan. KJK'ê ragihand ku weke serketina hevpar a vîna aştî û demokrasiyê HDP'ê, rejîma desthilatdariyê ya AKP-Erdogan deşîfre kiriye, têk biriye û di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li ser navê bloka ked-demokrasî û aştiyê serketineke mezin pêk aniye, bi vî rengî ji gelên Tirkiyeyî re bûye hêvî. KJK'ê destnîşan kir ku çeteya AKP-Erdogan a nikarî vê hêviya gelan hezm bike, piştî 7'ê Hezîranê lez daye polîtîkayên şer-qetlîamker û bi vî rengî xwestiye gelan mehkûmê bêalternatîfiyê bike.

'ÇETEYA AKP-ERDOGAN BELAYEKÎ LI SERÊ GELÊN ME YE'

KJK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Em qala rastiya welatekî dikin, ku ji ber desthilatdariya xwînrij a ji bilî mirin, zext û zilmê tiştekî nade gelan, ketiye rewşeke nikare bê birêvebirin. Bi operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hiqûqî ve bi ti awayî ne rewa ne, hatiye xwestin ku bi girtina hilbijartiyên gelê me û bi hezaran welatparêz û mirovên bi rûmet re, vîna demokratîk a gelê me bloke bikin. Li pêş çavê tevahiya cîhanê li çiyê, li deştê, li bajêr, li hemberî demokrat, sosyalîst, jin, ciwan û zarokên bi rûmet ên vî gelî, êrîşên herî hov ên dîrokê pêk tînin. Êrîş hatine wê radeyê, ku li welatê xwe gotina ez Kurd im, ez demokrat im, ez sosyalîst im, aştîxwazim, alîgirê mirovahiyê me, mîna sûc tê dîtin û dibin mijara darizandin. Çeteya AKP-Erdogan a nikare xwe li ti cihêrengî û mûxalefetê rabigire, ji bo rejîma xwe ya xwînrij a faşîzan biparêze serî li her şêwe hovîtiyê dide. Tevî komkujî, rewşa awarte, qedexe û girtinên li bajar û navçeyên Kurdistanê, lih emberî hêzên çep-sosyalîst û rewşenbîrên Tirkiyeyê jî qetlîamên hovane tên kirin û ev êrîşên hovane bi komkujiya li Enqereyê re derketine asta herî bilind. Çeteya AKP-Erdogan a ku di mirin, zilm, zext û şîdetê de sînoran nas name, bûye belayekî reş ê mezin li serê gelên me."

'DIVÊ 1'Ê MIJDARÊ BIBE ROJA HESABPIRSÎNA JI FAŞÎZMÊ'

KJK'ê diyar kir ku bêdengî û li berxwenedayîna li hemberî vê çeteya qetlîamker, wê weke hevkariya sûc cihê xwe nava rûpelên dîrokê de bigire û got, "Gelên Tirkiyeyê, jin û ciwan wê bi deng û têkoşîna xwe re nîşan bidin ku ne hevparê faşîzmê ne. HDP tê wateya deng û vîna jin, ciwan û tevahiya gelan. Ji ber vê yekê girîng e îro xwedî li HDP'ê bê derketin û hevkarî li serketina vê vînê bê kirin. Di serî de jin û ciwan, xebatên aktîf ên hemû gelan, wê vîna aştî û demokrasiyê ya hevpar-hevgirtî bi ser bixîne û mîna 7'ê Hezîranê wê di 1'ê Mijdarê de jî tacîdar bibe. Çeteya AKP-Erdogan a bi daxwaza 400 wekîlan re dixwaze desthilatdariyek yekparêz û dîktatoriyekê bi dest bixe, wê komkujiyên xwe yên ji 7'ê Hezîranê û vir ve pêk tîne, zêdetir bike. Li hemberî vê gurûha desthilatdariyê ya dîn û har bûye, divê nêzîkatiyên xemsarî û sistahî neyên nîşandan û xwedî li sindoqan bê derketin. Ev yek xwedîderketina li rûmet û têkoşîna mirovên hatin qetilkirin e. Ji ber vê yekê weke hêzên aştî û demokrasiyê, bi awayekî ku ji her demê xurttir, divê em rêxistinbûyîn û hêza xwe ya berxwedanê bilind bikin, ji bo pêşeroja demokratîk azad, hilbijartinên 1'ê Mijdarê bikin roja hesabpirsîna ji faşîzmê."

'HILBIJARTINÊN 1'Ê MIJDARÊ WÊ ROJA RIZGARIYA JI DÎKTATOR BE'

Di dewama daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de ev yek hat destnîşankirin:

"Serketina hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê bibe roja rizgariya ji dîktatoriya AKP-Erdogan.

Serketina hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê bersiv û hilanîna tola komkujiyên Amed, Pirsûs, Cizîr û Enqereyê be.

Serketina hilbijartinên 1'ê Mijdarê, wê bersiv û hilanîna tola pitika 35 rojî ya li Cizîrê li sarincê hat ragirtin, hilanîna tola zarokên me yên hatin qetilkirin, hilanîna tola Berkîn Elvanan, hilanîna tola demokratîk a zarokê 3 salî yê di hembêza dayika xwe de li Edeneyê hat qetilkirin be.

Serketina hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê bersiv û hilanîna tola hovîtiya li bedena hevrêya me Ekîn Wan hat kirin, hilanîna tolê ji desthilatdariya kujer û dijminê jinê be."