Jinên cîhanê, li Lîzbonê têkildarî jin û şer axivîn
Aktîvîteyên Meşa Jinên Cîhanê li Lîzbonê didome. Di aktîvîteyan de behsa têkoşîna tevgera jinên Kurd jî hat kirin û bal kişandin ser rola Ocalan.
Aktîvîteyên Meşa Jinên Cîhanê li Lîzbonê didome. Di aktîvîteyan de behsa têkoşîna tevgera jinên Kurd jî hat kirin û bal kişandin ser rola Ocalan.
Aktîvîteyên Meşa Jinên Cîhanê li Lîzbonê didome. Di aktîvîteyan de behsa têkoşîna tevgera jinên Kurd jî hat kirin û bal kişandin ser rola Ocalan. Di aktîvîteyê de hat xwestin ku bila ji bo jinên Êzîdî yên di destê DAIŞ’ê û her wiha jinên girtî yên siyasî bang bên kirin.
Aktîvîteya 4. Navneteweyî ya Meşa Jinên Cîhanê di 15-17’ê Cotmehê 2015’an de li paytexta Portekîz, Lîzbonê tê lidarxistin.
Çalakvanên karavan ên feminist ku ev 8 meh in bi aktîvîteyên cur bi cur li banliyoyê Lîzbonê di çalakiya de ne, hatin pêşwazîkirin. Aktîvîteyên ku bi meşan, mîtîngan û xebatên atolye ve destpê kir, gelê Kapverlî yên di bin mêtingeriya Portekîz de ne, bûn xwediyê male. Li her nuqteyê şêniyên berbajêr, her wiha jinên karkerên paqijkirinê û yên li zarokan dinêrin der barê şertên jiyana xwe, cudakartî û zextên li ser wan bi çalakvanan re parve kirin.
YILDIRIM: PÊŞENGIYA OCALAN DIYARKER BÛ
16’ê Cotmehê di aktîvîteyê de atolyeya Têkoşîna Jinên Kurdistan pêk hat. Moderatortiya aktîvîteyê ji Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd ên Navneteweyî Nûrsel Kiliç kir, Nûnera TJKE Rojda Yildirim wek axaftvan tevlî aktîvîteyê bû.
Yildirim destnîşan kir ku têkoşîna jinên Kurd xwe bi mîrateyek 40 salan ve gihandiye îro. Yildirim diyar kir ku îro jina Kurd bi Kobanê bûye sembolek, li çiya, girtîgehan li qadên siyasî û civakî de her tim li hember pergala baviksalarî bi têkoşînek bîrdozî xwe gihandiye roja me, wiha berdewam kir:
“Şerê me di cewherê xwe de şerekî li hemberî civaka kevneşopî, baviksalarî, jin û mêrên kole ne. Heta roja îro, di pêşketina tevgera jinên Kurd de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî roleke diyarker e. Tevgera jinan, di roja me de ji bo tevahî mirovatiyê alternatif û çareseriyên civakî pêşkêş kirin.”
Yildirim diyar kir ku divê Meşa Jinên Cîhanê qirkirina cinsî wek sûcê şer pênase bike, Şoreşa Rojava silav bike û xwest rewşa jinên Êzîdî yên di destê DAIŞ’ê de wek pirsgirika tevahî jinên cîhanê pênase bike.
JI BO ŞEHÎDÊN AŞTIYÊ RÊZDARÎ
Di çarçoveya aktîvîteyên Lîzbonê de, 17’ê Cotmehê bi tevlîbûna nêzî hezar jinan aktîvîteyên der barê şer û jin hatin lidarxistin. Di çalakiyê de Nûnere Koordînasyona Meşa Jinên Cîhanê ya Portekîzê got, “Çalakiyek 8 mehî ya karavan bi dawî bû, lê têkoşîna me wê bidome. Ji bo alternatîfên xwe em ê têbikoşin” û ji bo şehîdên aştiyê yên Enqereyê dawetî rêzgirtinê kir.
ŞAFAK: JINÊN KURD BI XWERÊXISTINBÛNAN MEZIN DIBIN
Nûnera KJA Sûltan Şafak jî mijara li Kurdistanê şer û jin pêşkêş kir. Şafak modela rêxistinbûyina KJA’yê pênase kir, diyar kir ku di şer de herî zêde jin bandor dibin, jinên Kurd jî li hember vê li her qadê rêxistinbûyina xwe mezin kiriye û li her qadê têkoşîna xwe bilindtir kiriye. Şafak bi bîr xist ku Meşa Jinên Cîhanê li Nisêbînê destpê kir, lê tevî Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya di nav organîzasyonê de cih digire jî ji ber qirkirinên siyasî niha di girtîgehê de ye, ji bo tevahî jinên siyasî yên girtî rizgar bibin daxwaz kir ku Meşa Jinên Cihanê bang bike.
Aktîvîte wê bi meş û bi daxuyaniya danezana encamê ve bi dawî bibe.