Di Îdeolojiya Rizgariya Jinê de perwerde û akademî
Endama Meclîsa PAJK’ê Zelal Edessa der barê avakirina civaka demokratîk girîngiya perwerde-akademi û pêşengiya PAJK’ê de nirxandin kir.
Endama Meclîsa PAJK’ê Zelal Edessa der barê avakirina civaka demokratîk girîngiya perwerde-akademi û pêşengiya PAJK’ê de nirxandin kir.
Endama Meclîsa PAJK’ê Zelal Edessa der barê avakirina civaka demokratîk girîngiya perwerde-akademi û pêşengiya PAJK’ê de nirxandin kir.
Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) Zelal Edessa, der barê avakirina civaka demokratîk girîngiya perwerde-akademî û pêşengiya PAJK’ê de nirxandinên xwe ji ANF’ê re got. Edessa wiha axivî: “Ji bo jinê di her milî de stratejiyek têkoşînê ya bi rêxistinkirî pêwîst e. Ev jî dema di her qada jiyanê de xebatên îdeolojîk, felsefîk ên Akademiyên Jinan pêş bikevin gengaz dibe.”
‘DI PÊŞENGIYA JINA KURD DE RONESANSA JINÊ PÊK TÊ’
Edassa diyar kir ku îro li Mezopotamyayê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve jiyaneke nû tê hûnandin, li nexşeya pîroz a ku kulta xwedavenda pîroz a neolîtîkê, careke din pêşengiya şoreşa jinê dike. Edessa destnîşan kir ku pêşketinên felsefî, çandî, hunerî, siyasî û hwd. ji gelek milan ve civakê pêş dixe û xwedî karaktereke dîrokî ye. Edessa wiha axivî: “Meşa azadiyê ya jinê ji çiyayan li çar parçe Kurdistanê belav bû, rengê xwe da berxwedana Rojava, Kobanê, Şengalê, berê her kesî da Kurdistanê û ev berxwedana bi rûmet a jina Kurd, li beramberî xwe hayrantiyek çêkiriye. Tiştê ku ev pêşketin ava kiriye, paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jin a Rêber Apo ye. Ketina meriyetê ye. Di pêşengiya jinên Kurd de, Ronesansa jinê pêş dikeve. Bi keda salan û bi zoriyan ve hewldanên bi israr xeta azadiya jinên Kurd xurt kir û bi şoreşê vediguhere berheman. Tiştê ku pêş dikeve, Şoreşa Civaka Demokratîk e ya ku bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jin pêk tîne. Ronahiya civak û jinê ye. Jiyana nû bi hesten jinê, bi ruhê wê û keda wê ve ji nû ve avakirin e. Heman demê bi hesabpirsînek zîhnî, leşkerî, siyasî ya mezin ve bi dîroka şaristaniya dewletî rû bi rû hatine û ew paşve xistin e.
‘JI BO RIZGARIYA JINÊ PÊWÎST E DESTPÊKÊ RIZGARIYA ZÎHNÎ ÇÊBIBE’
Edessa destnîşan kir ku têkoşîna azadiya ya jinên Kurd bi salan e pêş dixe gelek çeperên girîng bi dest xistinê û mesafeyên mezin standine, lê li hember pirsgirêkên civakî yên her roj mezintir dibin, li cihanê qasî ku Îdeolojiya Rizgariya Jin û têkoşîna wê deng vedayî, ewqas jî berpirsiyariyên dîrokî li hember civakê bi xwe re aniye. Edessa wiha berdewam kir: “PAJK mijareke ku herî girîngiyê didê yek jê xebatên îdeolojîk e. Armanca hebûna jinê wê îdeolojîk, felsefî, siyasî, ilmî, civakî û hwd. di gelek qadan de xurt dike. Li hember êrîşên modernîteyê, jin li hêza xweparastinê û hişmendiya azadiyê xwedî derdikeve. Di serî de jin di fikrandinê de bi îxanetê re rû bi rû ma, xwestin bê hafiza bihêlin. Piştre ji cewhera xwe hat derxistin, li xwe û civakê biyanî hat hiştin. Ji bo rizgariya jin divê destpêkê bi rizgariya zîhnî ve bigihêje kokên xwe yên dîrokê yên cewherî. Li hember pergala zilamê serwer, pêwîst e ji bo rizgariya civakê, pergala demokratîk a jin pêş bikeve. Ji ber vê PAJK ronîkirina jinê ya îdeolojîk û zîhnî wek xebatek ji bo jiyana azad nebe nabe bi dest digire. Lewre girîngiyek mezin dide perwerde û akademiyên jinê.”
Edessa der bir ku jin bi xwe dikare li gor xwezaya civakê xebatên perwerdeyê pêş bixe, jin ji ber xwezaya xwe bêhtir nêzî wekhevî, azadî û edaletê ye, ji dîrokê, genên civaka demokratîk bi xwe re aniye.
Edessa wiha domand:“Tiştê girîng ji bo jiyanê qasî fikirandin, bi wate lê nerîn û li gor wê rast jiyîn, têkoşînê wê jî pêwîst e. Ji ber vê jî di çarçoveya Jineolojî de PAJK’ê xebatên berfireh ên modernîteya alternatîf jî tevlî bernameya xwe kiriye.”
JI AKADEMIYÊN JINAn AZAD BER BI JIYANA AZAD
“Akademiyên jinan, qadên ku karibin dîroka jinê ya rast lêbikolin, pirsgirêkên modernîteyê li ser ava kirine û dijberî xwezaya jinê ne rû bi rû bên, li hember vê xwe ji nû ve ava bikin, bi cewherê xwe re bibin yek, pirsgirêkên azadiyê nîqaş bikin, ji bo derbaskirinê jî karibin bibin hêza çareseriyê ne. Bi taybet li hember nexweşiyên modernîte yên cînsiyetparêzî, çînî, olparêzî, îlmparêzî, nijadparêziyê, pergal û zihniyeta moderniteya demokratîk a ekolojîk, azadîxwaz, wekhevî û komunal pêş xistine. Ji ber vê jî li hember şaristaniya ku bi ferasetên civak- gerdûnê re dijber disekine, ji nû ve zindîkirina feraseta gerdûna zindî pêş dixe.”
‘LI HEMBER JIRÊDERKETINAN HERÎ ZÊDE JIN LI BER XWE DIDIN’
Edessa axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Têkoşîna me ya jinê ku di bingeha felsefeya PAJK’ê de pêşketî di vê mijarê de xwedî kombûnê dîrokî û tecrûbeyan e. Ji ber vê şoreşa civakî ya li Rojhilata Navîn pêş dikeve di pêşengiya jinê de çêdibe. Şoreşa Rizgariya Jin li her derê bi lezekê ve belav dibe. Bi şerê li Rojhilata Navîn, bûyerên karin di rojekê de cîhanê biguherînin çêdibin. Ji bo jinê di her milî de stratejiyek têkoşînê ya bi rêxistinî pêwîst e. Ev jî wê bi xebatên felsefî-îdeolojîk ên Akademiyên Jinê ve bikevin meriyetê.”