KJK: Komplo bi giranî hatiye pûçkirin, têkoşîna me rêya gelan ronî dike

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), der barê 18. salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), der barê 18. salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJK'ê bal kişand ser têkoşîna bi heybet a li hemberî komployê hat meşandin û destnîşan kir, ku ev têkoşîn ne tenê têkoşîna destketiyên heyî ye, têkoşîna avakirina jiyana azad e.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê di destpêka daxuyaniya xwe de, komplo careke din şermezar kir û got, "Em hemû hevrêyên xwe yên bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li hemberî komployê li ber xwe dan û şehîd ketin, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."

KJK'ê diyar kir ku armancên komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de destpê kir û di 15'ê Sibatê de bi dîlgirtina Ocalan bi encam bû, îro baştir tê fêmkirin û got, "Ev komploya pir dewletî ya bêhempa, bi şêweyekî ku bandorê li qada herêmî û navneteweyî bike, hatiye amadekirin. Bi teslîmkirina Rêber Apo ji bo TC re, ne tenê tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd hedef hatiye girtin, di heman demê de hatiye xwestin, ku astengiya bingehîn a li pêşiya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bêbandor were hiştin. Yekemîn operasyona dîzaynê ya navneteweyî ya destpêka sedsala 21'an, bi 9'ê Cotmehê re destpê kiriye. Li dijî vê projeya ku dixwest Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên hêzên kapîtalîst modernîst ji nû ve dîzayn bike, alternatîfa yekane ya rasteqîn, Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo bû, lewma diviyabû bihata tesfiyekirin. Lê belê, dema 17 salên di ser komployê re bihurîne were nirxandin, wê bê dîtin ku komploya navneteweyî bi giranî hatiye pûçkirin. Di roja îro de, di serî de li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, bi avakirina xweseriya demokratîk a li çar aliyên Kurdistanê re, modela jiyana azad dikeve meriyetê. Tevgera Azadiyê ya Kurd ku ji her demê bêhtir xurt e, ne tenê li Kurdisatnê li Rojhilata Navîn hêviyê dide gelan û mînak tê dîtin. Berxwedana Azadiyê ya Kurd, ku ji aliyê hêzên komploger ên herêmî û navneteweyî ve tê xwestin di nava tarîtiyê de were fetisandin, îro ji her demê bêhtir pêşiya gelan ronî dike."

'MODELA XWERÊVEBERÎ Û XWEJIYANA, ENCAMÊ ŞERÊ RAMAN Û VÎNÊ YÊ RÊBER APO YE'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya Xwerêveberî û Xwejiyanê ya ji aliyê gelê Kurdistanê ve tê afirandin û ev yek hat destnîşankirin:

"Modela Xwerêveberî û Xwejiyan a îro li Kurdistanê tê avakirin û li tevahiya cîhanê deng vedaye, encameke şerê raman û vînê yê mûezem ê Rêber Apo ye ku di nava şert û mercên giran ên dîlgirtinê de meşandiye. Rêber Apo bi hêza raman û vînê li hemberî komplogeran berxwedana herî mezin nîşan daye û hînê jî dimeşîne. Tecrîda ku îro ji aliyê AKP'ê ve li hemberî wî tê meşandin, vê felsefe û hêza polîtîk a mezin hedef digire. Têkoşîna avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk a di roja îro de li dora paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê ya Rêber Apo ve tê meşandin, herî zêde têkoşîna azadiya jinê bi pêş ve biriye. Li Kurdistanê di diyalektîka azadiya jin û civakê de pêşketineke girîng derketiye holê û asta ku jinên Kurd xwe gihandiyê, îro ji aliyê tevahiya jinên cîhanê ve mînak tê dîtin. Lewma hem têkoşîna me ya azadiya jinê hem jî têkoşîna me ya giştî ya azadiyê, di roja îro de bêhtir gerdûnî bûye."

'YA GIRÎNG BILINDKIRINA TÊKOŞÎNA AVAKIRINA JIYANA AZAD E'

KJK'ê da xuyakirin ku di pêvajoya heyî de ya girîng, li dijî her şêwe êrîşan parastina destketiyan û blindkirina têkoşîna avakirina jiyana azad e û got, "Divê were zanîn, di navbera azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd bi taybetî jî azadiya jinan de girêdaneke diyalektîk heye. Bi qasî ku em berxwedanê mezin bike, wê statuya dîlgirtinê ya li ser Rêber Apo tê ferzkirin, ji holê rabe.

Lewma di salvegera 17. a komploya 9'ê Cotmehê de em careke din hêzên komploger lanet dikin, di serî de jinên Kurd em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de li dora têkoşîna azadiyê bicivin. Di van rojên ku em şehîdên 6-8'ê Cotmehê, Arîn Mîrxan, Paramaz Kizilbaş û hemû Şehîdên Berxwedana Kobanê bibîr tînin de, yekane rêya xwedîderketina li bîranîna wan, avakirina jiyana azad e. Li ser vê bingehê em bang dikin ku pêngava berxwedanê di asteke bilindtir de bê meşandin."