Li Katalonyayê konferansên li ser Kurdistanê tên lidardixistin
Saziyên jinên Kurd ên li Ewropayê, xebatên xwe yên dîplomasiyê yên navneteweyî, bi tempoyeke xurt dimeşînin.

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî ku ji bo hin hevdîtinan li Katalonyayê ye, li Barcelonayê beşdarî konferansan jî dibe. Hevîtinên ku di 11'ê Cotmehê de destpê kirin, wê heta 19'ê Cotmehê dewam bikin. Ji Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Canan Polat beşdarî konferansan dibe.
Di çarçoveya hevdîtinan de ku wê îro bi parlamenterên Parlamenta Katalonyayê re hevdîtin bê kirin, wê bi Komîteya Piştgiriya bi Kurdan re, civîn were lidarxistin. Her wiha wê bi endamên Çep ên Serxwebûna Katalan dixwazin re hevdîtin werin kirin.
Di 16, 17 û 19'ê Cotmehê de wê hin rêze konferans bên li darxistin. Ji Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Canan Polat, wê çapemeniyê re jî hevpeyvînekê bik. Li Şaredariya Barcelonayê wê bi parlamenter û nûnerên şaredariyê re jî hevdîtin werin kirin. Bi koma dostên gelê Kurd re wê rûnê.
Di 16'ê Cotmehê de li Manresa, di 17'ê Cotmehê de li Valenciya, di 18'ê Cotmehê de wê li Masnoû konferans bên kirin.