'Divê jin pêşengiyê ji hilbijartinan re bikin'
Koordînasyona HDP'ê ya Kolnê bang li hilbijêran kir , ku bêyî li benda sibe bimîne, tavilê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
Koordînasyona HDP'ê ya Kolnê bang li hilbijêran kir , ku bêyî li benda sibe bimîne, tavilê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
Koordînasyona HDP'ê ya Kolnê bang li hilbijêran kir , ku bêyî li benda sibe bimîne, tavilê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
Ji Koordînasyona HDP'ê ya Kolnê Dîlek Satilmiş û Endama Desteya Rêveber a FEDA'yê Hûriye Karabayir ku di heman demê de muşahîda HDP'ê ye, ji ANF'ê re axivîn.
SATILMIŞ: GIRÎNG E JIN PÊŞENGIYÊ JI VÊ XEBATÊ RE BIKIN
Satilmiş anî ziman ku weke Koordînasyona HDP'ê ya Kolnê, ji 8'ê Cotmehê û vir ve ew li ser karê xwe ne û dengdayîna hefteya derbasbûyî nirxand: "Dema mirov hilbijartinên dema bihurî binirxînin xuya dibe ku tevlîbûna li vê hilbijartinê di nava hefteyê de zêde ye, lê li gorî 18 rojan dema were nirxandin, kêmî hejmara hilbijartinên bihurî ye. Li vê derê girseya gem heye, hilbijêrên me beşdar dibin, lê ne di asta têrker de ye. Dema mirov pratîka 7 rojên bihurî li ber çavan digirin, hingî tê dîtin, ku potansiyela me ne ev e. Me xebateke amadekariyê ya demdirêj meşandin. Ji bo hatina hilbijêran li ser sindoqan, divê jin bi taybetî pêşengiyê bikin."
Satilmiş da zanîn ku ev hilbijartin ya man û nemanê ye û got, "Li navenda Enqereyê, li ser aştîxwazan, demokrasî û azadîxwazan bombe dibarin. Ji bo em bersivê bidin qasidên aştiyê û di 1'ê Mijdarê de dawî li dîktatoriyê bînin, divê em rengê xwe nîşanî sindoqê bidin."
KARABAYIR: DIVÊ ELEWÎ HEMÛ DI BIN SÎWANA HDP'Ê DE BICIVIN
Hûriye Karabayir diyar kir ku ev du roj in ew muşahît e û ev bang li Mereşî û Elewiyan kir: "Ev du roj in ez muşahît im, lê dibînim ku tevlîbûn gelekî kêm e. Ji bo em ji Mereşê parlamenterekî derxînin, ji bo sekinandina vê xwînê, ji bo sekinandina komkujiyan, divê em hesabê xwe bi dengê xwe Erdogan bipirsin."
Karabayir got, "Girîng e Elewî destê xwe deynin ser wijdanên xwe û hesap bipirsin. Ya ku hemû rengan di nava xwe de vedihewîne HDP ye. Pêwîste Elewî hemû di bin vî sîwanî de bicivin."
Karabayir bang li her kesî kir, ku bi lez û bez dengê xwe bi kar bînin.