Aktîvîstên jin: KCK'ê daxwaza aştiyê ya gelan bihîst

Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê, di 10'ê Cotmehê de bi komkujiya li Enqereyê bersiva xwe ji Qesrê dît. Tevî komkujiya Enqereyê, li Kerboran û Sûrê rewşa awarte û êrîşan dewam kirin, şehîdgeh hatin bombekirin.

Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê, di 10'ê Cotmehê de bi komkujiya li Enqereyê bersiva xwe ji Qesrê dît. Tevî komkujiya Enqereyê, li Kerboran û Sûrê rewşa awarte û êrîşan dewam kirin, şehîdgeh hatin bombekirin.

Agirbesta ji aliyê KCK'ê ve hat ragihandin, tê çi wateyê? Ji niha û pê ve divê çi were kirin?

ANF'ê ev pirs li aktîvîstên jin kir. Endama HDP'ê aktîvîsta Ermenî Kayûş Çalikman Gavrîlof, ji xwediyên banga kampanya "Tu jî ji bo aştiyê çarikekê girê bide" Fîlor Ûlûk, aktîvîsta femînîst Nîl Mûtlûer û Berdevka Meclîsên Jinê yên Sosyalî Fadîme Çelebî bersiv dan van pirsan.

ÇALIKMAN GAVRÎLOF: DIVÊ DEWLET OPERASYONAN BISEKINÎNE

Endama HDP'ê aktîvîsta Ermenî Kayûş Çalikman Gavrîlof diyar kir, ku tevî biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê jî dewlet operasyonên leşkerî didomîne û got, "Dewlet gavê diavêje, lê timî ji aliyê neyînî ve diavêje. Ji bo biryara bêçalakîtiyê şertê 'divê operasyon û êrîş neyên kirin' heye. Lewma, ji bo rewşa bêçalakîtiyê dewam bike, divê operasyon werin sekinandin. Lê belê, ji ber ku dewlet dixwaze şer dewam bike, operasyonan didomîne."

Çalikman Gavrîlof komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê bibîr xist û got, "Di 10'ê Cotmehê de ez li Ermenîstanê bûm. Lewma nikarîbûm tevlî mîtîngê bibe. Lê belê, eger ne li derveyî welatbûma, ez ê jî li mîtîngê amade bûma. Piştî van qewimînan, di mijara 'kî divê çi bike' de bi rastî jî matmayî mam e. Ji ber ku li pêşberî me dewleteke tî yê xwînê ye, heye."

Çalikman Gavrîlof da zanîn ku rûdana komkujiyê di roja aşkerabûna biryara bêçalakîtiyê de, navnîşana kiryarê nîşan dide û got, "Ez carna dibêjim; ev henekê xwe bi me dikin. Der barê kesên ku malbatên wan dibêjin 'kurê min tevlî DAIŞ'ê bû, wî rizgar bike' de jî, polîs nakeve nava ti hewldanan. Dibêjin 'gumana maqûl nîne'. Mirov pê diêşin, lê belê tên parastin. Ji ber ku bi tenê tevlî merasîma cenazeyê gerîla bûye yan jî tweetek weşandiye, mirov tên girtin. Dema êrîşkarên bombeyî be ya qala wê tê kirin, hingî dibêjin, 'gumana maqûl nîne' û wan diparêzin."

Çalikman Gavrîlof destnîşan kir ku ew ê bi biryar bêjin "dîsa dîsa aştî" û got, "Ji bilî vê ti şensekî me nîne."

Çalikman Gavrîlof diyar kir ku divê mûxatabê bangên agirbestê ne PKK be, dewlet be û got, "Çima bang li her du aliyan tê kirin? Ji ber ku aliyek ji xwe her tim bersivê dide, agirbestê dide destpêkirin. Divê em bangên agirbestê li dewletê bikin."

ÛLÛK: BIRYARA BÊÇALAKÎTIYÊ GELEKÎ DI CIH DE YE

Ji xwediyên banga kampanya "Ji bo aştiyê tu jî çarikekê girê bide" Fîlor Ûlûk anî ziman ku KCK'ê bi biryara bêçalakîtiyê re guh daye banga aştiyê ya civakê û got, "Ez vê biryarê gelekî rast, erênî û di cih de dibînim."

Ûlûk wiha axivî: "Tevî ku zext, êrîş, komkujî û her şêwe êrîş tên kirin jî, ez vê biryarê gelekî rast dibînim. Hêvîdarim ku wê neyên tehrîkan û li dû vê biryara xwe bin."

Ûlûk daxuyaniyên desthilatdariyê yên li hemberî biryara bêçalakîtiyê dibêjin, "Em ê heta dawiyê dewam bikin" rexne kir û got, "Weke welatiyek ji rêzê, ez dixwazim bizanibim ku wê çi dewam bikin. Hûn dest li kîjan aliyê mirovên dixwazin li ser heman xakê, li heman welatî, bi mafên wekhev û azad bijîn, wer didin?"

Ûlûk anî ziman ku dewlet ji bo berpirsyariya komkujiya li Enqereyê ji ser xwe biavêje, serî li derewan dide û got, "Ev derew û hewldanên berevajîkirinê nîşan didin ku wê êrîşkarî û komkujiyan bidomîne."

MÛTLÛER: EM NEÇAR IN HER TIM VEBÊJIN

Aktîvîsta femînîst Nîl Mûtlûer da xuyakirin, ku biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê girîng e û got, "Ji bilî parastinê, hin çalakiyên KCK'ê jî çêbûn. Ya rast, li gorî min diviyabû ew nebûna. Ji ber ku zehmet bû ev çalakî ji aliyê ne Kurd e, bê vegotin. Lê belê dereng jî be, li gorî min gelekî girîng e."

Mûtlûer komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê bibîr xist û got, "Ev êdî ne mijara nasnameyê ye, ev mijara guhertina zîhniyetê ye."

Mûtlûer axaftina xwe wiha dewam kir: "Di mîtînga aştiyê de ne bi tenê HDP'yiyan jiyana xwe ji dest dan. Mixabin tiştekî bi vî rengî dilşewat, tiştekî bi wate jî nîşanî me da. Mixabin cenazeyan nîşanî me dan, ku em piraniya civakê ne. Elewî mirin, lê oldar jî mirin, ji her çînê mirov mirin. Xuyaye derdorek heye ku dixwaze zîhniyet biguhere û aştiyê dixwaze."

ÇELEBÎ: KCK'Ê DAXWAZA AŞTIYÊ YA GELAN DÎT

Berdevka Meclîsên Jinê yên Sosyalîst Fadîme Çelebî destnîşan kir, ku KCK'ê bi îlana agirbestê re bersiv daye daxwaza aştiyê ya gelan. Çelebî da zanîn ku dewletê jî bi komkujiya Enqereyê bersiv daye bêçalakîtiya KCK'ê û got, "Dewletê mesaja 'Heta 1'ê Mijdarê di çarçoveya konsepta şer de ez ê bi her awayî komkujiyabn bikim, vîna min diyarker e' hem da KCK'ê hem jî da bi sed hezaran aştîxwazan."

Çelebî ragihand ku daxwaza aştiyê ya li nava civakê roj bi roj xurt dibe û got, "Nêrîna 'ev şer şerê qesrê û şerê AKP'ê ye' roj bi roj di nava civakê xurttir dibe. Komkujiya Enqereyê li dijî dewletê veguherî hêrsa xurt a civakê. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Dewleta ku ji daxwaza aştiyê ya civakê ditirse, bi konsept xwe ya êrîşê re komkujiyan dike û hewl dide gel ji kolanan derxîne."

Çelebî li hemberî komkujiyên ji aliyê Qesrê ve tên kirin, bal kişand ser girîngiya avakirina mekanîzmaya xweparastin ê û destnîşan kir, ku divê dewlet jî li pêşberî biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê, tavilê operasyonan bisekinîne û dawî li konsepta xwe ya şer bîne. Çelebî got, Pêwîste artêş bi lezgînî agirbestê ragihîne. Dûre li maseya muzakereyê vegerin. Divê hevdîtina Dolmabahçeyê esas were girtin. Bêguman divê hemû kiryarên van komkujiyan bêceza nemînin."

...