TJK-E: Wext e ku jin bi HDP’ê re bin

TJK-E, di daxuyaniya xwe ya têkildarî 1’ê Mijdarê de got: "Her jina rêxistinkirî û ne rêxistinkirî pêwîst e teqez rol bilîze û di van 4 rojên dawî de bi seferbertî bi rojeva hilbijartinê xebatan bimeşînin.”

TJK-E, di daxuyaniya xwe ya têkildarî 1’ê Mijdarê de got: “Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê di serî de jinên Kurd, Tirk, Azerî, Laz, Ermenî, Suryanî, Elewî û Êzîdî her jina rêxistinkirî û ne rêxistinkirî pêwîst e teqez rol bilîze û di van 4 rojên dawî de bi seferbertî bi rojeva hilbijartinê xebatan bimeşînin.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E), diyar kir ku Kurdistan û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke bi xwîn de derbas dibe. AKP û Erdogan ên ji pêvajoya şer û pevçûnê xwe xwedî dikin bi zîhniyeteke faşîst li hember hemû destketiyên demokratîk, maf û azadiyan êrîşan dikin. TJK-E  got: “AKP di 13 salên desthiatdariya xwe de bi zîhniyeteke serweriya zilam di hemû polîtîkayên ku li hember civaka jin bimeşîne cudakartî û cinsiyetperestî pêş xistiye.”

TJK-E bal kişand ku siyaset bi eslê xwe bi jiyanê re têkîldar e, hunera ku organîzekirin û xweşikkirina jiyanê ye û wiha domand: “Ji ber vê wek jin dem hatiye ku em di siyasetê de bêhtir bi bandor bin, bêhtir li ber çav bin û bi rola em di siyasetê de dilîzin ve zanebûna xwe deynin holê.”

Ji ber vê em dibêjin di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de em li gel HDP’ê ya ku wek partiyek jin rengê xwe û sekna xwe daniye holê, bin û em dibêjin dem hatiye ku em ji bo HDP’ê bixebitin, mafên jinê, wekheviyê û azadiyê gavek din pêşve bibin.

Ger em ji polîtîkayên AKP’ê yên zayendperest re dibêjin na;

Ger em zimanê siyaseta AKP’ê ya cudakar û zilam serwer û kiryarên wê red dikin

Ger em tîpolojîya jina AKP’ê ya pasîf ku naxive, îtîraz nake temsîl nakin

Ew dem em dibêjin bi HDP’ê re dema jinan e.

Di serî de jinên Kurd, Tirk, Azerî, Laz, Ermenî, Suryanî, Elewî û Êzîdî her jina rêxistinkirî û ne rêxistinkirî pêwîst e teqez rol bilîze û di van 4 rojên dawî de bi seferbertî bi rojeva hilbijartinê xebatan bimeşînin.

Wek TJK-E em diyar dikin ku giştî komun, meclîs û însiyatîfên me yên jin û ciwanan heta dawiyê wezîfeya birina ser sindoqan bi dîsîplîn û bênavber bidomînin, em ê serketinê bi dest bixin.”