Li taxên Stockholmê dirûşmên 'Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP'
Beriya deng dengdayîna 24-25'ê Cotmehê ya li Swêdê, jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî her roj li taxeke derveyî bajêr, xebatên hilbijartinê dimeşînin.
Beriya deng dengdayîna 24-25'ê Cotmehê ya li Swêdê, jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî her roj li taxeke derveyî bajêr, xebatên hilbijartinê dimeşînin.
Beriya deng dengdayîna 24-25'ê Cotmehê ya li Swêdê, jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî her roj li taxeke derveyî bajêr, xebatên hilbijartinê dimeşînin.
Li van taxên ku stand tên danîn, belavok tên belavkirin û govend tê gerandin de dirûşmên "Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP" û "HDP ber bi Meclîsê" tên qîrîn.
Jinên endamên Meclîsa Jinên Kurd a Amara û Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê, ku duh êvarê li taxa Rînkeby a hejmara koçberan lê gelek in civiyan, stand danîn, belavok belav kirin û bi hev re stranên aştî û azadiyê gotin.
Jinên Perûyî yên li vê taxê dijîn, stand ziyaret kirin û destek dan jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî.
Endama Meclîsa Jinên Kurd a Amara Zemzem Guneş a tevlî xebatên hilbijartinê bû da xuyakirin, ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo diyarkirina pêşeroja aştÎ, demokrasî û Tirkiyeyê, xwedî girîngiyeke mezin e.
Guneş diyar kir ku HDP ne tenê Kurdan, Asûriyan, Ermeniyan, Ereban û mafê hemû gelên bindest diparêze û anî ziman ku ev du hefte ne ew her roj li taxeke Stockholmê xebatên hilbijartinê dimeşînin.
Guneş ragihand ku armanca êrîşên li Kurdistanê û li hemberî xwepêşandana aştiyê, şikandina vîn û daxwaza gel e û got, "Tirk jî naxwazin ev şer biqewime û xwîn birije. Ji bo berjewendiyên Erdogan û derdora wî, mirov dimirin. Lê belê Erdogan û AKP çi dike bila bike wê nikaribe pêşî li aştiyê bigire. Em ê bi hêzeke xurttir HDP'ê bişînin Meclîsê."
Ji Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê Vahîde Yilmaz jî da zanîn ku hilbijartinên di 1'ê Mijdarê de bê lidarxistin, ne tenê ji bo Kurdan û Tirkan, ji bo pêşeroja hemû gelên bindest û demokrasiyê gelekî girîng e.
Yilmaz diyar kir, ku ji bo pêşî li rêveçûna neyînî ya li Tirkiyeyê were girtin, girîng e HDP bi xurtî cihê xwe di parlamentê de bigire û got, "Hilbijartinên di 1'ê Mijdarê de werin lidarxistin, derfetê dide ku ev rêveçûna dînîtî, bê sekinandin. Ez bawerim ku li Swêdê, wê di vê hilbijartinê de jî HDP weke partiya yekemîn bi ser bikeve. Lê belê bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin min dixe nava fikaran. Gundên Kurdan tên bombekirin. Hewl didin pêşî li gel bigirin ku deng bi kar neynin. Ji ber vê yekê dengekî bi tenê yê li Ewropayê jî gelekî girîng e. Lewma divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne."
Jinan dan xuyakirin ku heta dengdayîn biqede ew ê xebatên xwe yên li taxan bidomînin û xewn û xeyalên AKP û Erdogan ên bûyîna hikûmet û serok, hilweşînin.