Jinên li Meckenheîmê dengê xwe bi kar anîn
Jinên HDP'yî, ji Meckenheîmê çûn Kolnê û dengê xwe bi kar anîn.
Jinên HDP'yî, ji Meckenheîmê çûn Kolnê û dengê xwe bi kar anîn.
Jinên HDP'yî, ji Meckenheîmê çûn Kolnê û dengê xwe bi kar anîn.
Jinên HDP'yî yên li bajarê Elmanya Meckenheîmê dijîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê çûn Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Kolnê û dengê xwe bi kar anîn.
Hilbijêran, ji ber komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, dengê xwe bi xemgînî lê di heman demê de bi hêvî bi kar anîn.
'DENGÊ XWE BIDIN HDP'Ê
Di daxuyaniya jinên dengê xwe bi kar anîn de hat gotin, "Divê êşên me, me li hev bicivînin. Em ê ti carî ji têkoşîna xwe ya azadiyê venegerin. Di 1'ê Mijdarê de em ê bi dengên xwe re AKP'ê di sindoqan de veşêrin û derxînin pêşberî dadgeriyê. Em bang li gelên xwe dikin, ku ji bo HDP'ê dengê xwe bi kar bînin."
Di vê navberê de Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû ya ji bo semîneran li Elmanyayê ye, wezîfedarên HDP'yî yên li Kolnê ziyaret kir.