CENÎ: Têkoşîna gelan wê pergala faşîst a AKP hilweşîne!
Nûnertiya Tevgera Jina Kurd û CENÎ, komkujiya li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê şermezar kir û destnîşan kir, ku têkoşîna gelan wê pergala faşîst a AKP'ê hilweşîne.
Nûnertiya Tevgera Jina Kurd û CENÎ, komkujiya li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê şermezar kir û destnîşan kir, ku têkoşîna gelan wê pergala faşîst a AKP'ê hilweşîne.
Nûnertiya Tevgera Jina Kurd û Buroya Aştiyê ya Jinê CENÎ bi daxuyaniyeke hevpar a nivîskî, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de, komkujiyên AKP û DAIŞ di 3 salên dawî de tîne serê gelê sivîl hatin bibîrxistin û hat gotin, "Îro danê sibehê di dema ku aktîvîstên azadiyê ji bo şerê qirêj ê AKP protesto bikin, li meydana aştiyê li Enqereyê kom bûn, ji aliyên hêzên dewletê ve bi 3 teqînên mezin komkujiyek, mîna li Pirsûsê û di dema mîtînga HDP li Amedê, pêk hat. Li gor agahiyên li cihê bûyerê 30 kes zêdetir hatin qetil kirin, bi sedan kes bi giranî hatin bîrîndar kirin. Tevî ku polîsên AKP bi biryara Erdogan tevdigerin û destûr nedan çalakger bîrîndarên xwe rabikin û cenazeyên xwe rabikin, gel li gorî derfetên xwe tegeriya.
Hovîtiya dewleta faşîst a Tirk di vê bûyerê de radixîne berçavan, polîsên AKP bi ava şid êrîşî bîrîndar, cenazeyan û çalakgeran kir da ku komkujiyek hîn mezintir rû bide. AKP hewl dide dengê HDP bi qetilkirinan bide windakirin, bi qetilkirinan xeleka derdora mîmarê azadiyê û çareseriyê Birêz Abduulah Ocalan bide şikandin û meşa bi rûmet a gelan bide rawestandin.
Nûnertiya Tevgera Jina Kurd û CENÎ van kiryarên diyar yên hêzên AKP bi tundî şermezar dike û ji nû ve dide diyar kirin ku ti hêz nikare vîna gelan bi komkujiyan bide şikandin. Çanda berxwedaniyê û tekoşîna gelê Kurd bi pêşengiya Jinê û Ciwanan li tevahiya cîhanê belav bû û bi rêxistinbuyîna hîn xurttir wê li derdora Rêber Abdullah Ocalan bi Azadiyê bi serbikeve."