Jinên Sosyalîst komkujiya Enqereyê li Brukselê şermezar kirin

Yekîtiya Jinên Sosyalîst, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Enqereyê û bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, çalakiyek lidar xist.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Enqereyê û bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, çalakiyek lidar xist. Jinan gotin, "Ti êrîş wê ti carî nikaribe hêviyên me bişikînin" û xwestin kiryar bên cezakirin.

Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst, li ber avahiya Boûrs a li paxtexta Belçîka Brukselê hatin cem hev û û mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.

Çalakgerên ku bi qurnefîlan li hev civiyan, wêneyên jinên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, nîşan dan.