Li Munchen, Bruksel û Baselê çalakiyên edaletê
Li bajarê Elmanya Munchen, li bajarê Belçîka Brukselê û li bajarê Swîsre Baselê, çalakiyên ji bo edaletê hatin lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Munchen, li bajarê Belçîka Brukselê û li bajarê Swîsre Baselê, çalakiyên ji bo edaletê hatin lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Munchen, li bajarê Belçîka Brukselê û li bajarê Swîsre Baselê, çalakiyên ji bo edaletê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, daxwaza edaletê hat kirin.
MUNCHEN
Li bajarê Elmanya Munchenê, çalakiya edaletê hat lidarxistin. Çalakiya bi dirûşmeya "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên her sê jinên şoreşger Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Di çalakiya ku ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin de, hat ragihandin ku çalakiyên edaletê wê roja Çarşemê li ber Konsolosxaneya Fransayê bidomin.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan ve hat organîzekirin. Di mîtîngê de dirûşmên "Fransa kujeran bibîne", "Li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne", "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê bibe goristana faşîzmê"," Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne" hatin qîrîn.
Di dawiya çalakiyê de ji bo meşa 1'ê Mijdar Roja Cîhanê ya Kobanê banga tevlîbûna girseyî hat kirin.
BASEL
Li bajarê Swîsre Baselê jî çalakiya edaletê hat lidarxistin. Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî de jinên beşdar, wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirtin û daxwaza edaletê kirin. Jin bi vê armancê saet di 15:00 de li Claraplatz a Baselê kom bûn û belavokên li ser komkujiya Parîsê belav kirin.
Jinan bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kirin ku tevlî çalakiya edaletê bibin û destnîşan kirin ku heta edalet bi cih bê ew ê mehê carekê roja Çarşemê çalakiya xwe dewam bikin.
Çalakî piştî belavkirina belavokan bi dawî bû.