Meclîsa Azadiyê ya Jinan: Aştî civakî nebe, nepêkan e rasteqîn be

Meclîsa Azadiyê ya Jinê bal kişand ser komkujiya li Enqereyê û diyar kir ku têkoşîna aştiyê wê were xurtkirin.

Meclîsa Azadiyê ya Jinê bal kişand ser komkujiya li Enqereyê û diyar kir ku têkoşîna aştiyê wê were xurtkirin.

Meclîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Hikûmeta demî hem kmkujiya li hemberî gelê Kurd dewam dike, hem jî li her derê dengê aştiyê yê li dijî şer bilind dibe, hedef digire. Tevî hemû hewldanên çavtirsandinê, bi hezaran mirovên hêviya aştiyê di dilê wan de hebû, ji her devera Tirkyeyê berê xwe dan Enqereyê: Ji bo aştiyê. Şerxwazan jî vê carê bi xwînxwarî mirovên me qetil kirin. Di vê komkujiyê de me hevalên xwe yên di têkoşîna azadî û aştiyê de bi hev re dimeşiyan, winda kirin. Hêrsa me û xemgîniya me nayê vegotin."

'DIVÊ EM BI HEV RE TEVBIGERIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke jinên ku ti carî dest ji têkoşîna ji bo azadî, aştî û demokrasiyê bernedane, em bi hêrs in û di şînê de ne. Lê belê em dizanin kukjer kî ne û em ê wan ti carî efû nekin, em ê wan nedin jibîrkirin. Bi kuştin, bombekirin û parçekirina bedenan re wê nikaribin têkoşîna me ya aştî û azadiyê tinebikin. Wê nikaribin bi me. Van hemûyan nîşanî me dan ku divê em hîn bêhtir piştgiriyê bidin hev û bi hev têbikoş in."

'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIGIHÎNIN HER DERÊ'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser piştgiriya jinan û hat gotin, "Em careke din destnîşan dikin ku aştî, bi qasî ku nebe qurbanê ranta desthilatdariyê hêja û jiyanî ye; bêyî civakîbûnê nepêkaen ku hewldana aştiyê rasteqîn be. Em ê têkoşîna dostên xwe yên jiyana xwe ji dest dane, di dil, mejî, kolan û li her derê bidomînin. Em ê canên xwe yên ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest dane, di têkoşîna xwe ya aştiyê de bidin jiyîn. Em ê aştiyeke adîl ji sedî sed ava bikin."