‌Li Başûrê Kurdistan li dijî şîdetê Desteya Însiyatîfa jinan hat avakirin

Rêxistinên jinan li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser rewşa aloziya li Herêma Kurdistanê û şîdeta li hember jinan.

Rêxistinên jinan li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser rewşa aloziya li Herêma Kurdistanê û şîdeta li hember jinan. Hat ragihandin ku bi armanca pêşîgirtina şîdeta li hember jinan û jin bikarin di aloziya li herêmê de heyî rola çareseriyê bilîzin, desteyek ava kirin.

Îro li Parka Dayik a Silêmaniyê gelek rêxistinên jinan kom bûn û bi daxuyaniyeke çapemeniyê damezrandina Desteya Însiyatîfa Jinan îlan kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ku gelek rêxistin, kesayet û aktîvîstên jin ên civaka sivîl amade bûn, wiha hat gotin; “Em îro li vir desteyek hevbeş a ji rêxistinên jina pêk tê radigihînin. Armanca vê desteyê ew e ku jin di aloziyên heyî de bibe xwedî rola çareserî û li dijî şîdetê bisekine.”

Her wiha hat diyarkirin ku ev desteya jinan ne girêdayî ti aliyan e û yekane girêdayî îrade û şopandina jinan li Silêmaniyê û deverên derve ye û wiha hat gotin; “Em bang li hemû dayik, jin û xebatkarên jin dikin, bên dibin sîwana vê desteyê de kom bibin. Em daxwaz dikin ku di kombûna 20’ê Cotmeha 2015’ê hejmarek zêde ya jinan kom bibin.”

Endamên vê desteya ji rêxistinên jinan ên cuda pêk tê, ragihand ku yekem karê wan, wergirtina cenazeyê Sinor Mihemed a li Parka Dayik a Silêmaniyê hat qetilkirin e û ev zêdetirî du hefteyan e cenazeyê wê li Nexweşxaneya Tiba Edlî ya Silêmaniyê tê ragirtin.