KJA: Jinên Kurd serî netewand, wê netewînin!

Kongreya Jinên Azad (KJA) der barê konsepta şer a AKP'ê û berxwedana gelan de daxuyaniyek da.

Kongreya Jinên Azad (KJA) der barê konsepta şer a AKP'ê û berxwedana gelan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser konsepta şerê topyekûn ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin û hat ragihandin ku ji meha Tîrmehê û vir ve zêdeyî hezar kes hatine binçavkirin, di nav de hilbijartiyên gel bi sedan kes hatine girtin û gelek kes bi awayekî bêdaraz hatine înfazkirin.

KJA'yê diyar kir ku desthilatdariya ku li hemberî mûxalefeta civakî, jin û hêzên demokrasiyê îşkenceyê weke rêbazeke çavtirsandinê bi kar tîne, bi pêkanînên 'herêma ewlekariyê' yên li Kurdistanê, qetilkirina sivîlan û hovîtiya li cenazeyên mirovan dikin re, gelê kurd û jinan hedef digire. 

KJA'yê destnîşan kir, ku jinên Kurd mîna li her qadê, vîna xwe nîşan dane û serî li ber zext û zilmê netewandine.

'JI DESTHILATDARIYA JINÊN RÊXISTINBÛYÎ DITIRSIN!'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hemû şoreşger, demokrat, sosyalîst, mûxafazakar û tevgerên azadiya jinê yên femînîst ên li Kurdistanê sîstema zordar qebûl nekirine, bêyî cihêrengiya etnîsîte, ol û baweriyê li ser xeta têkoşînê ya hevpar berxwedana xwe mezin kirine û hat gotin, "Dewleta bi serdestiya mêr a nikarî vê berxwedanê qebûl bike, bi taybetî Hevşaredarên jin di çarçoveya siyaseta xwe ya şer de binçav kiriye û girtiye. Dewlet di nava şert û mercên şer de, beşên civakê yan jî şexsê li hemberî xwe xetere dibînin, di çarçoveya kirasekî hiqûqa xwe de hewl didin bi zextê çavtirsandî bikin. Jinên rêxistinbûyî ji bo vê dewletê xetere tên dîtin û hedef tên nîşandan. Ji ber ku tê zanîn; Jinên bi awayekî rêxistinbûyî ber bi azadiyê ve gav avêtine, wê ti carî serî li ber neheqiyê netewînin. Wê sîstema dewletê ya li hemberî wan tê ferzkirin red bikin û di çarçoveya paradîgmaya xwe de jiyana azad ava bikin."