JIN
Hemû Nûçe
-
"Komîteya 8'ê Adarê" û jinên Swêdî AKP protesto kirin
"Komîteya 8'ê Adarê" ku her sal bi wesîleya 8'ê adarê li 100 cihên Swêdê panel, konferans, şev û xwepêşandanan birêxistin dike, çalakiyên xwe yên vê salê, bi xwepêşandanek ji bo şermezarkirina dewleta Tirk da destpêkirin. -
'Sêvê Demîr bi tena serê xwe Tevgera Jinê bû'
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr a li Silopiyayê hat qetilkirin, ji aliyê hevala wê ya li qada siyasî bi hev re xebitî ve hat vegotin. -
Ji Dayikên Aştiyê banga 'Sûr'ê
Li Sêrtê Dayikên Aştiyê li dijî komkujiyan û tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayikan ji bo Sûrê banga lezgîn li raya giştî kirin. -
'Bi yekbûyînê re wê komplo pûç bibe'
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li her devera Kurd lê dijîn tê şermezarkirin. Li navçeya Kerkûk Daqoqê, jina bi navê Kaban Celal komplo şermezar kir û got, "Pêwîste gelê Kurd rabe ser lingan." -
Çalakgerên vê hefteyê yên çalakiya 'edaletê' ya li Dusseldorfê hunermend bûn
Çalakiya 'edaletê' ya ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez her roja Çarşemê bi rêk û pêk li Dusseldorfê tê organîzekirin, vê hefteyê ji aliyê kedkarên çand û hunerê ve hat lidarxistin. -
Li Hambûrgê çalakiya yek şexsî
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, aktîvîsteke jin ji bo balê bikişîne ser teşhîrkirina bedena jinê, qetilkirina jinan û dagirkirina hêzên dewletê li Cizîrê, li ber parlamenta eyaletê xwe li erdê dirêj kir. -
TJK-E ji bo Sûrê banga çalakiyên lezgîn kir
Koordînasyona TJK-E ji bo Sûrê banga çalakiyên lezgîn kir. -
Girtiyên jin komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa M ya Gebzeyê tên ragirtin, komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin û an xuyakirin, ku ji bo destekkirina berxwedana gel wan li girtîgehê dest bi çalakiyên dengderxistinê kirine. -
Li Hambûrgê şîdeta li dijî jinê bi dansê hat protestokirin
Bi armanca şermezarkirina şîdeta li hemberî jinê ya li tevahiya cîhanê, li bajarê Elmanya Hambûrgê xwepêşandana "One Billion Rising" (Yek mîlyar bilind dibe) hat lidarxistin. -
KJK: Sala 18. a komployê wê bibe sala têkçûna hêzên komploger
KJK'ê bang li hemû jinan û gelê Kurd kir, ku di sala 18. a komployê de xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin û hesab ji komkujiyan bipirsin. KJK'ê got, "Sala 18. a komployê wê bibe sala têkçûna hêzên komploger." -
Teşhîrkirina bedena jinê dikeve rojeva NY
Buroya alîkariya hiqûqî ya li dijî destdirêjî û destavêtina zayendî ya li binê çavan, teşhîrkirina tazî ya bedena jineke li Cizîrê hat qetilkirin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, dixe rojeva Neteweyên Yekbûyî. -
TJK-E banga 'çalakiyên bênavber' li jinan kir
TJK-E nerazîbûneke tund nîşanî barbariya AKP'ê ya li hemberî jinan da û got, "Em bang li jinan dikin, ku çalakiyên encamgir û bênavber lidar bixin." -
TJK-E dest bi kampanya 'name ji bo Merkel' kir
TJK-E dest bi kampanya şandina nameyan ji bo Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel kir. -
PAJK: Tola mirovên me yên sivîl ên hatin qetilkirin wê ti carî li erdê nemîne
PAJK'ê di daxuyaniya xwe ya li ser salvegera komploya navneteweyî de got, "Tola mirovên me yên sivîl ên li jêrzemînên Cizîrê bi bomberdûman û şewitandina bi benzînê re hatin qetilkirin, wê ti carî li erdê nemîne." -
Li Swêdê, kesekî hevsera xwe Ayten Edîl qetil kir bi 18 salan cezayê girtîgehê hat cezakirin
Zîrdeşt Edîl ê di 10'ê Îlona 2015'an de li paytexta Swêd Stockholmê bi 66 derbên kêrê hevsera xwe qetil kir, ji aliyê dadgeha destpêkê ve ji ber sûcê kuştinê bi 18 salan cezayê ragirtina li girtîgehê hat cezakirin. -
Li garên trenê yên Strasboûrg û Nantesê çalakiyên jinan
Qetilkirina bi dehan Kurdan li Cizîrê ji aliyê çeteyên AKP'ê ve, li bajarên Fransa Strasboûrg û Nantesê bi çalakiyên li garên trenê hat şermezarkirin. -
Saziyên jinan êrîşên zayendîparêz ên polîsên Fransayê şermezar kirin
Saziyên jinan ên li Fransayê dan xuyakirin, ku jinên di dema çalakiya protestokirina komkujiya li Cizîrê de hatin binçavkirin, rastî êrîşên zayendî yên polîsên Fransayê hatin û ev êrîş şermezar kirin. -
RJAK: Wê nikaribin îradeya azadiyê ya gelê Kurd teslîm bigirin
RJAK bi daxuyaniyek li Kerkûkê ve qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê şermezar kir, wiha got: “Dewleta Tirk wê nikareibe îradeya xwerêveberiya gelê me teslîm bigire.” -
Komploya Navneteweyî li Xelfetî hat protestokirin
Hevbirên Xelfetî yên KJA’yê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek li dar xist. -
Jinan li Wanê komplo protesto kirin
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Wanê bi pêşengiya KJA hat şermezarkirin. -
'Divê Tirkiye derhal êrîşên xwe bisekinîne'
Koordînasyoan Ewropa ya Konferansa Jinên Cîhanê nerazîbûn nîşanî komkujiya li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin da û got, "Em li Elmanyayê, li dijî terora dewleta Tirk xwepêşandanên protestoyî yên hevpar lidar dixin." -
Jinên Elewî yên li Ewropa: Em tevlî berxwedana bi rûmet a gelê Cizîra Botan bibin
Meclîsa Jinên Elewiyên Demokratîk a Ewropa daxuyaniyek nivîskî weşand, bal kişand ku AKP’e û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo qetilkirina mirovên sivîl û bê parastin talîmat daye. -
UTAMARA, kongreya xwe ya 10. lidar xist
Navenda Civakî û Lêkolînê ya Jinê (UTAMARA) a li bajarokê Lînz ê Elmanyayê ji bo jinên Kurd û koçber dixebite, 10. kongreya xwe ya asayî lidar xist. -
KJA: Em li hember qetlîamê seknek şoreşgerî nîşan bidin!
Kongreya Jinên Azad (KJA) têkîldarî qetlîamê daxuyanî da. -
Ji KJK'ê mesaja ji bo jinên Ekvadorî yên Erdogan protesto kirin
KJK'ê, jinên Ekvadorî yên Erdogan protesto kirin silav kir û şîdeta li jinan hat kirin, şermezar kir.