BI DÎMEN

'Sêvê Demîr bi tena serê xwe Tevgera Jinê bû'

Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr a li Silopiyayê hat qetilkirin, ji aliyê hevala wê ya li qada siyasî bi hev re xebitî ve hat vegotin.

Gulîstan Erdînç ku 7 salan bi Sêvê Demîr a di sala 1998'an de li navçeya Manîsa Salîhliyê di emrekî ciwan de pêşengî ji têkoşîna polîtîk re kir xebitî, got "Sêvê hînê di 18 saliya xwe de xwedî potansiyela pêşengiya ji gel re bû."

Endama Meclîsa Partiyê ya DBPê Sêvê Demîr a li nava malbateke welatparêz mezin bû û ji 18 saliya xwe ve cihê xwe di nava berxwedanê de girt, tevî 2 hevalên xwe yên jin li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin. Sêvê Demîr di dema xebatên partiya siyasî yên li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê de bandoreke xurt li mirovan dikir. Demîr di operasyonên bi navê 'KCK'ê de hat girtin û 5 salan di zîndanê de ma. Herî dawî ji bo meşandina xebatên partiyê li Botanê hat wezîfedarkirin, lê li vir tevî 2 hevalên xwe yên jin bi xwînxwarî ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin.

'DI EMREKÎ CIWAN DE BÛ RÊVEBER'

Li Manîsayê hînê di 18 saliya xwe de tevlî xebatên partiya siyasî bû. Hevşaredara Bajarokê Girêsîra Gulîstan Erdînç a bi Demîr re xebitî anî ziman, ku Sêvê Demîr bi tena serê xwe tevgereke jinê bû. Erdînç got, "Min di sala 1998'an de hevala me Sêvê li Manîsa nas kir. Di nava rêveberiya partiyê ya Salîhliyê de cih digirt. Di 18 saliya xwe de di nava rêveberiyê de bû. Miroveke gelekî wêrek û xwedî bawerî bû. Hînê di emrekî ciwan de bû miroveke mînakdar. Bi gotinan hevala Sêvê nayê vegotin. Ji dil dibêjin; Hevala Sêvê bi tena serê xwe Tevgera Jinê bû. Xwedî cewhereke mûezem bû. Çi jin çi jî mêr xwe di carî ji rexnekirin û dayîna rexneyan li pêşberî mirovan, venedigirt."

'SÊVÊ PÊŞENGEKE GEL BÛ'

Erdînç işaret bi xebatên partiyê û sekin û biryardariya Sêvê Demîr kir û destnîşan kir, ku ew şoreşgereke gotin û pratîka xwe yek bû. Erdînç got, "Li Manîsayê me 7 salan bi hev re xebat meşand. Dixwazim bîranîneke xwe ya pê re parve bikim; Roja 8'ê Adarê em ê biçûna Gemlîkê. Wê jî pêşengî ji hevalên jin ên ji navçeya Salîhlî dihatin re pêşengî dikir. Hingî me bihîst ku ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin. Hevala Sêvê li min geriya û got, 'Nahêlin em werin, destûrê nadin, lê em ê werin'. Piştre me bihîst, bi pêşengiya hevala Sêvê rêya bejahî ya Îzmîrê li trafîkê girtine û polîs jî neçar mane xwe vekişînin. Vê çalakiya hevala Sêvê bandoreke mezin kir. Wê rojê me hemûyan baş fêm kir, ku hevala Sêvê pêşengek e. Êdî her kesî jê bawer kiribû ku ew ê pêşengiyê ji vî gelî re bike. Piştre biryar da bibe nefereke aktîf a têkoşîna siyasî ya Kurd û ji vê biryara xwe ti carî venegeriya. Dûre bi malbatî em vegeriyan kurdistanê û bi hevala Sêvê re me li Kurdistanê jî xebat meşand."

'BI COŞ ÇÛ BOTANÊ'

Erdînç anî ziman, ku Sêvê Demîr bi coşeke mezin li benda çûyîna Botanê bû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Heval me Sêvê, di operasyona destpêkê ya qirkirina siyasî ya bi navê 'KCK'ê de li hemberî siyasetmedarên Kurd hat meşandin de, tevî bi sedan hevalan hat girtin. Li girtîgehê bû yek ji neferên rojiya mirinê. Dûre careke din bi rûmetdarî li derveyî girtîgehê cihê xwe yê di nava doza azadiyê de dewam kir. Herî dawî di kongreya KJA de em weke xebatkarên li Manîsayê li hev civiyan. Hingî me bîranînên xwe parve kirin. Lê belê digot ew di kongreyê de gelekî bi stres e. Digot, 'Bila ev civîn tavilê biqede ku em biçin Botanê'. Dema em ji hev veqetiyan min jê er got, 'Ji xwe tu bi coş e, tu ket zîndanê hîn bêhtir bi coş bû. Di ser re eger tu biçe Botanê ez nizanim êdî wê coşa te derkeve kîjan astê.' Min dûre hevala Sêvê nedît."

Erdînç da xuyakirin, ku qetilkirina Sêvê Demîr û hevalên wê, bi qasî komkujiya Parîsê bandor li wê kir û got, "Min ji hevale li Manîsayê dixebite bihîst ku hevala me Sêvê birîndar bûye. Dûre agahî ji malbatê re hat dayîn. Ez jî hingî şoq bûbûm. Li ser şehîdên Parîsê hingî JINHA'yê bi min re hevpeyvîn dikir. Lê ez gelekî ditirsiyam ku hevala Sêvê şehîd bikeve. Lê piştre min bihîst ku mîna komkujiya li Parîsê 3 hevalên me yên jin qetil kirine. Hemû şehadet dilê me dişewitîne, lê şehadeta hevala Sêvê û hevalê pê re şehîd ketin, bi qasî komkujiya Parîsê bandor li min kir."