'Divê Tirkiye derhal êrîşên xwe bisekinîne'

Koordînasyoan Ewropa ya Konferansa Jinên Cîhanê nerazîbûn nîşanî komkujiya li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin da û got, "Em li Elmanyayê, li dijî terora dewleta Tirk xwepêşandanên protestoyî yên hevpar lidar dixin."

Koordînasyoan Ewropa ya Konferansa Jinên Cîhanê nerazîbûn nîşanî komkujiya li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin da û got, "Em li Elmanyayê, li dijî terora dewleta Tirk xwepêşandanên protestoyî yên hevpar lidar dixin. Em ji Tirkiyeyê dixwazin ku êrîşên xwe yên li hemberî gund û bajarên Kurdan ên li Tirkiye, Sûriye û Iraqê derhal bisekinîne."

Li ser navê Koordînasyona Ewropa ya Konferansa Jinên Cîhanê Monîka Gaertner-Engel daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Monîka Gaertner-Engel da xuyakirin, ku di şeva Yekşem-Duşemê de li Cizîrê bi qasî 60 sivîl ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirk ve hatine qetilkirin û got, "Parlamenterên HDP'ê yên li Cizîrê ne qala rewşeke barbarî dikin. Jinên hînê di emrê zarokatiyê de ne, li ber deriyê xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin. Li gorî nûçeya ANF'ê li jêrzemîna avahiyekê 30 cenazeyên hatine şewitandin hatine dîtin.

Ev komkujî, asta herî bilind a wehşeta hikûmeta AKP bi mehan e li herêmên Kurdan li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd dimeşîne, ye."

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin, ku Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Mêrdîn û Şirnex bi mehan e ji aliyê hêzên dewletê ve bi çekên giran hatine dorpêçkirin û hat gotin, "Bi hefteyan e, bi mehan e ji ber qedexeya derketina derve mirov nikarin derkevin derve.

Hikûmeta Elmanya bi taybetî jî Serokwezîr Angela Merkel piştgiriyê didei vê terora hikûmeta Erdogan. Merkel îro li Enqereyê bi durûtî, ji bo mirovên li Helebê di bomberdûmana Rûsyayê de jiyana xwe ji dest dan mîna tîmseyan rondikan dibarîne, lê di heman demê de ji bo pêşî li hatina penaberan ber bi Ewropayê ve bigire peymanek ji mîlyaran euroyî mor kir û bi vî rengî desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê qebûl kir. Vê yekê jî weke 'pêşîgirtina li sedemên koçberiyê' pênase kir. Bi vê pênaseyê re henekê xwe bi me dike."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ew ê li Elmanyayê li dijî terora dewleta Tirk xwepêşandanên protestoyî yên hevpar lidar bixin û hat gotin, "Em dixwazin êrîşên li hemberî gund û bajarên Kurdan ên li Tirkiye, Sûriye û Iraqê derhal bên sekinandin. Bila terora dewletê ya hikûmeta Erdogan û desteka hikûmea Elman bi dawî bibin. Alîkariya çekan bê sekinandin. Ji bo Rojava jî korîdora însanî were vekirin."