Jinên Elewî yên li Ewropa: Em tevlî berxwedana bi rûmet a gelê Cizîra Botan bibin

Meclîsa Jinên Elewiyên Demokratîk a Ewropa daxuyaniyek nivîskî weşand, bal kişand ku AKP’e û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo qetilkirina mirovên sivîl û bê parastin talîmat daye.

Meclîsa Jinên Elewiyên Demokratîk a Ewropa li dijî qetlîama Cizîrê banga xwedîderketina berxwedanê kir.

Meclîsa Jinên Elewiyên Demokratîk a Ewropa daxuyaniyek nivîskî weşand, bal kişand ku AKP’e û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo qetilkirina mirovên sivîl û bê parastin talîmat daye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku AKP’e zîhniyeta DAIŞ’ê temsîl dike, wiha dewam kir:

“Em wek jinên Elewî em ê li kolanan hesaban ji qatilan bixwazin. Em destûrê ji Besêyan, Zarîfeyan, Sakîneyan, Rojbînan, Zîlanan; Hz. Zeynep a li Kerbelayê bi Huseyîn re mil bi mil sekinî û bîat nekir digirin. Em bang li jinên Elewî-Kizilbaş dikin kul i hember qetlîam û hovîtiya AKP’ê li Cizîrê pêk aniye bibêjin, ‘raweste’. Îro roj roja li gel berxwedana bi rûmet a Cizîra Botan cih girtinê ye.”