Li garên trenê yên Strasboûrg û Nantesê çalakiyên jinan

Qetilkirina bi dehan Kurdan li Cizîrê ji aliyê çeteyên AKP'ê ve, li bajarên Fransa Strasboûrg û Nantesê bi çalakiyên li garên trenê hat şermezarkirin.

Qetilkirina bi dehan Kurdan li Cizîrê ji aliyê çeteyên AKP'ê ve, li bajarên Fransa Strasboûrg û Nantesê bi çalakiyên li garên trenê hat şermezarkirin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Fransa Strasboûrgê, gelek jinên bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê li hev civiyan, ji bo komkujiyên dewleta Tirk li Cizîr û tevahiya Kurdistanê dike şermezar bikin, li Gara Trenê ya Navendî çalakiya dagirkirinê pêk anîn.

Çalakgerên ku piraniya wan jin bûn, saet di 21'an de ketin hundirê Gara Trenê, li vir pankart û al vekirin û komkujî protesto kirin.

Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Erdogan Kurdên sivîl qetil dike" vekirin û tevî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û KJA hildan. Çalakgeran li hemberî bêdengiya li pêşberî komkujiyan dirûşme qîriyan. Bi vê çalakiya Kurdistaniyan re bi dehan polîs ketin hundirê gara trenê.

Tevî hişyariya polîsan jî Kurdistaniyan çalakiya xwe dewam kirin û li dijî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin dirûşme qîriyan.

Kurdistaniyan ji bo çalakiya edaletê ya îro ya li ber Walîtiyê banga tevlîbûnê kirin û dawî li çalakiya xwe anîn.

NANTES

Li rojavayê Fransayê bajarê Nantesê jî çalakiyên bêdawî û bênavber didomin. Duh jî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Jinê ya Zîn, li Gara Trenê ya Nantesê çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin.

Kurdistaniyên li nava garê li hev civiyan, dan xuyakirin ku ew li cem berxwedana li Cizîrê ne. Li ser navê Komeleya Jinê ya Zîn daxuyaniyek ji bo gelê Fransayê hat dayîn û bêdengiya gelê Ewropayê li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê diqewimin, bi zimanekî tund hat rexnekirin.

Qiseker got, "Ewropa çima bêdeng e? AKP Kurdan qetil dike, tevahiya Ewropa lê temaşe dike. Gelo hînê divê çiqas Kurd bên kuştin, ku hûn hingî bikevin nava tevgerê?"

Çalakiya Kurdistaniyan bi qîrîna dirûşmên bi zimanên Fransî û Tirkî, bi dawî bû.

...